Li Afyonê li dijî xwendekarên Kurd êrî

Li Afyonê li dijî xwendekarên Kurd êrî

Hate ragihandin ku xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê dixwînin rastî ulkucuyan (nijadperestên Tirk) a di bin kontrola polîsan da hatin. Piştî êrîşê xwendekarên birîndar ewil birin nexweşxaneyê û pişt re birin qereqolê.

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê dixwînin rastî êrîşa ulkucu û gel hatin. Komên hatin ber malên xwendekarên kurd ên li taxên cuda dirûnin heqaret li kurdan kirin û hewildan xwendekarên provoke bikin.

2 xwendekarên çûn dikanê û agahiya wan ji bûyeran tuneyî rastî êrîşa komekî ulkucyan a ji 15 kesan pêk dihatin û li wan xistin. Tê gotin ku dema xwendekar hatin derbkirin polîs li cihê ûbyerên bûn û bûyer temaş kirin.

Hat diyar kirin ku xwendekarên ji bo alîkariya hevalên xwe hatin jî ji aliyê ulkucuyan ve hatin derbkirin. Piştî bûyeran polîsan xwendekarên birîndar bûn birin nexweşxaneymê û pişt re ji bo îfadeyên wan bigirin birin qereqolê.