Li Adigeyê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kurdistaniyan û Organîzasyona Jinên Kurd a Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Hevserokê Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn li vê derê axivî û got, “Kurdên bi şeref û rûmet vê tecrîda giran a li ser Rêbertiya me qebûl nake. Di vê pêvajoyê de ya ku her roj êrîş li ser nirxên me tên kirin, divê em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em ji dewleta faşîst a Tirk dixwazin ku roj berê rojekê bila vê tecrîdê rake.”
Piştre jî endama Meclîsa Organîzasyona Jinên Kurd Kubar Hadiyeva axivî û got, “Dewleta Tirk bi vê tecrîda li ser Rêbertiya me, bi îradeya gelê Kurd dilîze. Divê Kurd li dora Ocalan bibin yek û vê lîstika qirêj a AKP û Dewleta Tirk pûç bikin.”