Li Aachenê merasîma bîranîna şehîdan

Li bajarê Aachenê yê Elmanyayê yek ji qurbaniyên komkujiya 11'ê Mijdarê ya Qamişloyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Mehmûd Mihemed hate bîranîn.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava Xalid Mehmûd Mihemed ku di 11'ê Mijdarê de li Qamişloyê ji ber êrişa bombeyî jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.

Merasîma bîranînê ya ku KOMAW‘ê organîze kiribû bi srûda Ey Reqîb dest pê kir.

Di merasîmê de sînevîzyona ji wêneyên şehîd Xalid pêk te hat nîşandan.

Li ser navê malbata şehîd jî bira û xaltîka şehîd Xalid axavtin kirin û gotin, pewîste edî yekîtiya gelê Kurd pêk were.

Merasîm bi gotinên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok APO” bi dawî bu.