Li Şirnex û Sêrtê hejmara kesên hatine destgîrkirin derket 14‘an
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine destgîrkirin, derket 14’an.
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine destgîrkirin, derket 14’an.
Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de li navçeyên Hezex û Cizira Şirnexê û Sêrtê hatine destgîrkirin, derket 14’an. Hat hînbûn ku welatiyên ku hatine destgîrkirin wê ji ber kirariyên îfadeyan bibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Di dosyayê de 24 saetan sînordarkirina parêzeran heye. Der barê hêceta destgîrkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin.
14 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Li navçeya Hezexê Medya Hezar, li navçeya Cizîrê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBYA-DER’ê Huseyîn Înedî, rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Azîz Sonmez û Mele Saît Ozdemîr, Şukru Acar, Mehmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Baklik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît İşikli û li Sêrtê jî endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Berfîn Can.”