Li Şaredariya Pîneroloyê merasîma ji bo hemwelatîbûna Ocalan
Li Şaredariya Pîneroloyê ku ya Hemwelatîbûna Rûmetê da Ocalan, merasîm hate lidarxistin.
Li Şaredariya Pîneroloyê ku ya Hemwelatîbûna Rûmetê da Ocalan, merasîm hate lidarxistin.
Şaredariya Pîneroloyê ya Torînoyê ya Îtalyayê Hemwelatîbûna Rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li eywana şaredariyê ji bo hemwelatîbûnê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de Serokê konseya şaredariyê axivî û got: “Xeta têkoşînê û biryardariya Ocalan bandoreke mezin li min kir.”
Şaredar Lûca Savaî jî got: “Dibe ku biryarên me li zora hin kesan biçe lê ev biryara hevpar a endamên konseya îradeya gelê Pîneroloyê ye.”
PARÊZER SARICA: TECRÎD DIDOME
Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rêzan Sarica jî beşdarî merasîmê bû û got: “Dil dixwest ku Ocalan bi xwe vê belgeyê werbigire” û diyar kir ku tecrîda giran a li ser Ocalan didome.