Li Şaredariya Rêya Armûşê nelirêtî didome

Li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku qeyyûm Îhsan Emre Aydin li ser wê hatibû peywirdarkirin nelirêtî didome. Du midûrên li dijî nelirêtiyê ji peywirê hatin stendin.

Li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku ji aliyê qeyûm Îhsan Emre Aydin ve tê rêvebirin, nelirêtî bi dawî nabe.

Du sal in navê Aydin bê navber bi nelirêtiyan tê rojevê, lê ji ber ku bi nêzîkatiya xwe ya bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re, bê ceza tê hiştin û bi rengekî rihet tevdigere. Aydin di rewşa heyî de 150 hezar TL pere distîne.

Herî dawî sala borî îhaleya çêkirina rêya peravê ya bi 27 milyon TL hat lêpirsînkirin.

Qeyûm berê xwest ku îhaleyê bide fîrmayekê. Lê midûrên şaredariyê ev yek asteng kirin.

Qeyûm Îhsan Emre Aydin îtîrazê vê yekê kir, derbarê 6 personelên ku di yekîtiya kontrolê de dixebitin, gilî kir. Lêpirsîna ku derbarê personel de hate vekirin, didome.

RUŞVETA BI 5 MILYONAN: VOLVO

Qeyûm Îhsan Emre Aydin gef li Xizmetên Civakî yên Qadê A.Ş’ê xwar ku wê heqdestê wan dereng bide. Li beramber wê yekê wesayîtek jeep a luks wergirt.

Şîrketa ku îhale ji şaredariyê bir, piştî ku qeyûm Aydin hat ser erka xwe, wesayîtek Volvo ya luks û modela dawî, daye wî. Qeyûm jeep a ku li ser 5 milyon TL’an e, hem di karên taybet de hem jî weke wesayîta meqamê bi kar tîne.