Li Îzmîrê xizmên girtiyan banga hestiyariyê kirin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de xizmên girtiyan banga hestiyariyê kirin.

Xizmên Girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 146’an de dewam kir.

Di çalakiya ku li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Bibin dengê zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kirin.

Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyên Çeşme û Foça piştgirî dan çalakiyê.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çeşmeyê Menekşe Ecer di çalakiyê de axivî û got, "Pirsgirêka girtiyên nexweş ên ji bo dermankirin û mafên tenduristiyê her ku diçe zêde dibin. Her roj bi sirgûnkirinê dişînin girtîgehên ji malbatên xwe dûr. Piraniya malbatan nikarin hevdîtinê bi zarokên xwe re pêk bînin. Derfeta hevdîtina rû bi rû tune ye. Li girtîgehên tîpa S û Y bi temamî îzole kirine û ji hevgirtinê bêpar hatine hiştin."

Ecer got, “Ne pêkan e girtiyên nexweş bi tena serê xwe bijîn. Şert û mercên nebaş wan nêzîkî mirinê dike. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê erkên xwe pêk bînin. Her wiha em bang hestiyariyê li raya giştî dikin.”

Medîne Kaymaz ya ku kurê wê Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Tekîrdagê girtiye jî wiha got: "Em dayikên aştî û edaletê ne. Dewletê li her derê şer daye destpêkirin, her tiştî talan dike. Em dibêjin ji vê zilmê û şerî re êdî bes e.”

Kaymaz got, “Zarokên me bi neheqî û bêhiqûqî li girtîgehê tên girtin. Em li her derê aştî û edaletê dixwazin. Heta ku zilma li ser zarokên me bidome wê têkoşîna me jî bidome. Em ji bo aştî û edaletê hene, em ê ji bo wê li ber xwe bidin. Em ê dev ji aştî û edaletê bernedin, berxwedan jiyan e."