Li Îzmîrê serdegirtin û binçavkirin
Di serdegitinên li ser dehan malên li navçeyê Bayrakli û Konak ên Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegitinên li ser dehan malên li navçeyê Bayrakli û Konak ên Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin.
Ji aliyê tîmên Şaxa TEM’ê ve di saet derdorî 20:30’an de li ser gelek malên li navçeya Bayrakli û taxa Kadîfekale û Çîmentepe ya girêdayî navçeya Konak a Îzmîrê operasyon pêk anîn. Hat diyarkirin ku encama serdegirtinên malan de gelek kes hatine binçavkirin, saeta operasyon hate lidarxistin bal kişand. Hate ragihandin ku kesên di operasyonê de hatine binçavkirin kesên di operasyonên 19’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatine berdan jî hene.
Hat diyarkirin ku polîsan ji bo kesên di operasyonan de hatine binçavkirin gotin di derbarê wan de ‘îxbar’ hene.