Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encamê de jî endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Mehmet Firat Ekmen, Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Rozana Ûrkûn, endama TOP'ê Berfîn Buyukertaş û endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku 4 kesên birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê ji ber parvekirinên xwe yên li medya dîjîtal hatin binçavkirin.