Li Îranê hêrsa ciwanan: 90 jî sedi yê çalakgeran ciwan in

Li Rojhilat û Îranê çalakiyên li dijî zextên rejîmê didomin, tê diyarkirin ku 90 jî sedî yê beşdarî çalakiyan dibin ciwan in.

Çalakiyên li dijî hejarî û polîtikayên zextan yên rejîma Îranê ku li Rojhilat û Îranê destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibe. Zêdetir ciwan beşdarî çalakiyan dibin û ev jî weke ‘li Îranê hêrsa ciwanan’ tê şîrovekirin.

Alîkarî Wezîrê Karê Hindir ê Îranê Huseyîn Zolfeqalî ragihand ku kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatine binçavkirin 90 ji sedî ciwan in û temenê wan herî pir 25 e. Zolfeqalî diyar kir ku kesên hatine binçavkirin temenê wan kêmî 25’an e.

Li Îranê roa 28’ê Kanûnê li bajarê Meşhed çalakî dest pê kirîbûn û di nava 6 rojan de belavî tevayî welat bû, zêdetirî 1000 kes hatine binçavkirin. Li paytext Tehranê di nava sê rojên dawî de hatibû ragihandin ku 450 kes hatine binçavkirin.