Li Îranê çalakî zêde dibin, rejîmê li dijî medyaya civakî şer da destpêkirin!

Li Îran û Rojhilat çalakiya gel a li hemberî hejarî, bêkarî û polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê di roja 4’emîn de li gelek bajaran didome.

Li Îran û Rojhilat çalakiya gel a li hemberî hejarî, bêkarî û polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê di roja 4’emîn de li gelek bajaran didome. Di serî de Tehran li gelek bajaran çalakî didomin û rejîmê înternet û medyaya civakî girt.

LI TEHRANÊ ŞER

Li Tehranê çalakî li Zanîngeha Tehranê û Qada Înkilabê hate kirin û li vê derê slogana “Bimire Xamaney” hate berzkirin. Li Qada Înkilabê jî hêzên leşkerî hatin bicihkirin. Di destê êvarê de rejîmê êrîşî gel kir û şer çêbû. Gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li eyalata Îlamê ya li Başûrê Îranê di dema êvarê de bi hezaran kes daketin qadan û sloganên “Netirsin, netirsin em li ba hev in” berz kirin. Hat ragihandin ku çalakiyên li vê derê didomin.

KIRMAŞAN DÎSA LI SER PÊYAN BÛ

Kirmaşan a ku 3 roj in li ser pêyan e, îro jî çalakî lê hebûn. Li Kirmaşanê Mûhafizên Şoreşê dora Qada Azadî girtin. Nûçegîhanên me yên li bajêr diyar kirin ku li bajêr rewşeke awarte heye.

LI ÛRMIYEYÊ ÇALAKÎ HEBÛN

Li wîlayeta Ûrmiyeyê de îro jî çalakî hebûn. Li bajarê Xoyê gelek kesan piştgirî dan çalakiyan û sloganên “Bimire dîktatorî” berz kirin.

LI SINÊ ÇALAKÎ DIDOMIN

Li Sinê jî bi hezaran kes daketin qadan û sloganên “Bimire dîktatorî” berz kirin. Nûçegîhanên me ragihandin ku li bajarê Banê jî çalakî hatine lidarxistin.

LI LORISTANÊ ŞER

Li wîlayeta Loristanê li bajarên Tiwîsîrkan û Elîguderzê rejîmê êrîşî çalakiyan kir. Îddîaya ku li Tiwîsîrkanê mirî û birîndar hene jî nehate teyîtkirin. Li bajarê Nûrebad ê Loristanê jî çalakî hatin lidarxistin.

DORA MEŞHEDÊ HATE GIRTIN

Li bajarê Meşhedê îro jî çalakî hebûn. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin Mûhafizên Şoreşê dora bajêr girtine.

LI MAZENDERANÊ ÇALAKÎ

Piştî bangên li ser medyaya civakî li bakurê Îranê li eyaleta Mazenderanê li Behşarê çalakî hate lidarxistin. Çalakî hê jî didomin.

ÇABAHAR DÎSA LI SER PÊYAN BÛ

Li bajarê Çabaharê yê ku li Başûrê Îranê ye, gel daket qadan û sloganên li dijî rejîmê berz kirin.

MEDYAYA CIVAKÎ HATE ASTENGKIRIN

Rejîma Îranê li hemberî daxwazên gel ê azadiyê medyaya civakî asteng kir. Li gelek bajaran înternet hate qutkirin û torên medyaya civakî jî tên girtin. Rejîmê diyar kir ku bernameyên bi navê Telegram û Înstagramê girtiye.

AMEDNEWS HATE GIRTIN, DENGÊ GEL HATE VEKIRIN

Li Îranê Ajansa Nûçeyan a Amednewsê ya ku li ser Telegramê weşana xwe didomand, ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve bi hinceta ku ‘piştgiriyê dide kaosê’ hate girtin. Milyonek  û 500 kesan ev tor dişopand û piştî girtina vê torê bi navê ‘Dengê Gel’ li ser Telegramê malperek hate vekirin.