Li Êlihê 5 HDP’yî hatin girtin

5 kesên bûn hedefa terora dewleta Tirk a li Êlihê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li bendêye ku 3 kes îro sewqî dozgeriyê bikin.

Polîsan di serdegitina malan a 6'ê Cotmehê de Hevseroke HDP'ê Nizamettin Toguç jî di nav de 8 kes destgîrkiribûn. Ji 8 kesên hatin destgîrkirin 5 kes jê şevê din sewqî dadgehê hatin kirin.

Heyeta dadgehê piştî li îfadeya 5 kesan guhdar kir, bi ‘endamtiya rêxistinê’sûcdarkirin . Dadger piştî di derbarê Diyar Adibelli, Kazim Barişçioglû, Hayrettîn Baran, Bedrî Ot û Nevzat Bozyîgî de biryara girtinê da, ew şandin girtîgehê.

Siyasetmedar Toguç û 2 kesên din ku hê jî destgîrkirîne, li bendê ye ku îro wan sewqî dozgeriyê bike.

Di nava vê hefteya dawî de hejmara kesên hatine destgîrkirin gihişte 250’an.