Li 8 navendan salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

Li 8 navendan salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li 8 navendan hate pîrozkirin. Li Wan, Colemêrg, Gever, Patnos, Kop, Melezgirt, Mêrdîn û Cizîrê ji aliyê hezaran kesan ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rekirin û sloganên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin.

WAN

34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li navenda Wanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Bi sedan endamên BDP'ê li ber Konê BDP'ê yê Bajarê Wanê kom bûn û 27'ê Mijdarê pîrozkirin. Bi sedan kesên ku li ber konê BDP'ê kom bûn li ber muzikê govend gerandin. Di şahiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'ê nûneren MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê BDP'ê Uçer bertek nişanî polîsên ku bi kamerayan dîmen dikişandin da. Piştî Uçer bertek nîşanî polîsan dan û polîs dûr ketin dest bi axaftinê kir.

Uçer anî ziman ku PKK ji ber zilma li ser kurdan hatiye meşandin derketiye holê û li dijî zilmê serî hildaye. Uçer anî ziman ku, 34 sal berê PKK hate damezirandin û ji ber ku rêya siyasetê lê hate girtin derket çiyê. Gelê Kurd tu carî serî li hemberî zilmê danenî û dê serî danaynî.

Uçer destnîşan kir ku, dema mala sersaxiyêya ji bo gêrîlayê HPG’ê Mehmet Goyî ziyaret dikir kesên nasnameya wan nediyar êrîşi welatiyan kir û wiha got: "Dema min pirsa "Hûn kîne? pirsî gotin em polîsin. Gotin biryara dozger heye. Dema ez li dozger geriyam gotin tiştekî wisa tune ye. Min got hûn berê çekan bidin wan dê gel rabin ser piyan.

MELEZGÎRT

Rêxistina BDP'ê ya Melezgîrtê jî bi heman armance li avahiya BDP'ê civîna gel pêk anî. Di civînê de endam û rêvberên BDP'ê, şaredar û nûnerên saziyan ji di navde gelek kes amade bûn. Li avahiya BDP'ê pankarta “Salvegera 27 Mijdarê li gelê Kurd piroz be” hate daliqandin. Destpêkê rêz hate girtin û piştî rêzgirtinê Serokê BDP'a Melezgîrtê Nîhat Kalin diyar kir ku, gelê Kurd li dijî zilmê heta niha 28 caran serî hildaye û PKK Serhildana 29'an û ya dawî ye.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin. Pîrozbahî li avahiya BDP'ê pêk hat. Li vir axaftin hatin kirin û sînevîzyon hatin lidarxistin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi heman armancê girseya ku li otoparka tenişta avahiya BDP'ê ya Colemêrgê kom bûn, pîrozbahî pêk anîn. Koma ku ji aliyê Navenda Çanda Feqiyê Teyran ve hate amadekirin şahî pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê pankarta “Em 34. salvegera damezirandina vejînê pîroz diken” vekirin û slogan qêriyan.

GEVER

Li parka Musa Anter a taxa Kişla jî şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de Serokê BDP'a Geverê Rûstem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, KURDÎ-DER, Kooperatifa Jinan ya Geverê, Çiyayê Cîlo jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin. Girseyê di şahiyê de bê navber sloganên “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin”, “Bijî PKK” qêriyan.

PATNOS

Li navçeya Patnosê jî bi heman armancê li Salona Erencanê ya Dawetê şahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, Serokê BDP'a Agirî Fahrettin Yildirim, Wekil û endamên meclîsê şaredariya Patnosê Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, endam û rêveberên BDP'ê yên Bazîdê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Piştî axaftinan Yunusê Agiri û Koma Hemdem derketin ser dikê û stran gotin.

MÊRDÎN

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya Dadgehê kom bûn û heta otogarê meşek pêk anîn. Di meşê de endamên Meclisa BDP'ê rêveberên BDP'ê yên Mêrdînê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Bijî serok Apo" qêriyan û meşiyan.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê li ser kolana Hezexê ciwanan pîrozbahiyê destpê kir. Koma ciwanan ku pîrozbahî pêk anîn rastî mudaxeleya polîsan hatin. Ciwanên ku rastî mudaxeleya polîsan hatin bi keviran bersiv dan polîsan û heta derengê êvarê pevçûnê berdewam kir.

Pîrozbahiyê li gelek taxan bi def û zurneyan berdewam kir.