Li 6 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 6 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 6 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Rejîma AKP/Qesrê ku operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê didomîne. Li Bûrsa, Qers, Sêrt, Wan, Riha û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
BÛRSA
Endamê Desteya Rêveberiya Navçeya Yildirim a Bursayê karkerê înşaetê Îhsan Şeker, ku duh li ser karê xwe hate binçavkirin, îro ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Dadgeha Tirk bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "heqareta li Serokkomar" bi rêya parvekirinên xwe yê li medya civakî, Şeker girt û ew şand Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.
QERS
Li navenda Qersê û navçeyên wê Qaxizman û Dîgorê danê sibehê polîsan avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê û gelek malan. Di serdegirtinan de Hevseroka DBP'a bajara Yelîz Çopur, Hevseroka Bajar a HDP'ê Sevda Subaşı, rêveberê HDP'ê Mustafa Kaya, rêvebira DBP'ê Şengul Mehmetoglu, Hevserokê HDP'ê yê Qaxizmanê Alî Saridag, Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Alî Bag, endamê Meclîsa giştî ya bajara Mehmet Dogan, endama Meclîsa Şaredariyê Çîgdem Ozlu, 2 endamên partiyên yên Dîgorê ku navê wan ne hatin zanîn û gelek kesên din hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn. Ne hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li kuderê tên girtin.
WAN
Li Erdîşê duh polîsan bi ser malan de girtibûn û welatiyê bi navê Îsmaîl Yilmaz ê 65 salî binçav kiribûn. Piştî karên Yilmaz ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hat kirin. Yilmaz ê ku bi sucdariya "endamê rêxistinê ye" û "alîkarî daye rêxistinê" der barê wî de daxwaza girtinê hat kirin, sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê bi heman sûcdariyan biryara girtina Yilmaz da. Ji malbat û parêzeran re ne hat ragihandin ku Yilmaz şandine kîjan girtîgehê.
RIHA
Li Riha û navçeyên wê, di serdegirtinên malan û kargehan de Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram, Hevseroka bajar a HDP'ê ya berê parêzer Avukat Sevda Çelîk Ozbîngol, hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku hatibû girtin ê berê Mehmet Çîçek, cigirê hevserokê Pirsûsê yê berê û rêvebira DBP'ê ya bajar Hulya Demîr, endamên şaredariya bajarê mezin a DBP'ê Sîbel Sutpak, Samî Kiliç û Leyla Akça, endamê meclîsa şaredariya Hewengê Bayram Aslan, endamên partiyê Mahmut Kaya, Mahîde Kurttekîn û gelek kesên din hatin binçavkirin.
Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û hat diyarkirin ku di lîsteya binçavkirinê ya destê polîsan de navê 24 kesan heye. Kesên hatin binçavkirin piştî lêgerînan birin midûryeta polîsan a bajar.
ŞIRNEX
Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser mala Cemîle Çagirga ya ku di 4-12'ê îlona 2015'an de dema li hewşa mala xwe dilîst hate qetilkirin û canezeyê wê bi rojan li sarincê hat sekinandin de girtin. Di serdegirtinê de deriyê malê hatin şikandin û bavê Çagirga. Ramazan Çagirga yê ku di heman demê de rêveberê MEYADER'ê ye hate binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê Çagirga birin emniyetê. Ramazan Çagirga di 3'yê mijdarê de jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.
SÊRT
Li Sêrtê 12 siyasetmedarên Kurd ên roja 5'ê Mijdarê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Sêrtê hatin girtin. Hevşaredarên Dihê Eda Kîlîs û Huseyîn Kiliç, Hevseroka HDP'ê ya Dihê Nîmet Dayan, Delegeya KCD'ê Şîrîn Batûr, M. Emîn Aksû, Hamît Ogûz, Abdulhadî Ete, Oktay Aydin, Mehmet Alî Yildiz, Farûk Erdemcî, Serhat Îlhan hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Mahmût Baytekîn û kesekî navê wî nehat hînbûn ê li Dihê hatibû binçavkirin û rêveberê DBP'ê yê Navçeya Xizxêrê û welatiyê bi navê Ramazan Sîmîdî yên li navçeya Xizxêrê hatin binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Li taxa Bariş a Sêrtê jî polîsan danê sibehê avêtin ser malan û Hanim Çetîn û zarokên wê Serhat Çetîn û Ozgur Çetîn binçav kirin. Binçavkirî li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ne.