Li 4 navendan 23’ê Nîsanê hate şermezar kirin
Li 4 navendan 23’ê Nîsanê hate şermezar kirin
Li 4 navendan 23’ê Nîsanê hate şermezar kirin
Cejna Zarokan 23' Nîsanê li navçeya Silopî û Cizîr yên Şirnexê, Navçeya Qoserê ya Mêrdînê û Sêrtê bi girseyî hat şermezarkirin. Li Sêrtê jî pêşengeha wêneyan a wêneyên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û zarokên di komkujiya Roboskiyê de jî hene hat qetilkirin.
CIZÎR
Rêxistina BDP'ê ya Cizirê Cejna Zarokan 23'ê Nîsanê bi meşekê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, heta Dibistana Bilind a Pişeyî xwest meşekê pêk bîne. Girseya dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hat. Di meşê de rêveberên BDP'ê endamên meclisa şaredariyê û gelek kesên din jî amade bûn. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir û stran gotin. Girsê bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de silogan qîr kirin.
Pişti girseyê dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û girse di kolana Hezexê de belav bûn. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da polisan. Girse piştî êrîşa polîsan dîsa li ber avahiya BDP'ê kom bûn û dîsa rastî êrîşa polîsan hat. Girseyê li vir posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê BDP'ê yê Cizîrê Mahsun Seçen diyar kir ku, dewleta Tirkiyeyê ji aliyê gelê Kurd, Tirk û gelek civakên din bi hev re hatiye avakirin û gelê ku ev welat ava kiriye îro tê înkarkirin.
Em dixwazin zarokên kurd jî wekî zarokên tirk bi zimanê xwe perwerde bibin û mafê wan bê parastin. Heta ku zarokên em bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nebînin em dê her tim 23'ê Nîsanê boykot bikin." Piştî daxuyaniyê girse belav bû û komek zarok dîsa bi siloganên "Bê ziman jiyan nabe" û "Bijî azadiya gelan" silogan qîr kir û meş pêk anî. Dîsa polîsan êrîşî zarokan kir u het demekê pevçûnê berdewam kir.
QOSER
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî bi heman armancê bi meşekê Cejna Zarokan a 23'ê Nîsanê şermezar kir. Koma ku li ber Şaredariya Qoserê li hev kom bû heta Taxa Sanayiyê meş pêk anî. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê endamlên meclîsa şaredariyê û bajar, rêveberên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên Egitim Sen, Genel-Îş, KESK, HDK, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, MAYA-DER û MADAY-DER'ê û gelek kesên din amade bûn. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne." qîr kirin.
Komê di meşê de wêneyê Mehmet Yalçin ê ji bo tecrîda liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Qesra Edliyê bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî jî hat vekirin. Girsê li ser gora Mehmet Yalçin a li Taxa Sanayiye daxuyanî da. Li vir birayê Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hat qetilkirin Alî Kaymaz daxuyanî xwend û wiha got: "ZArok jî wekî vana demsalên me nin. Îro ji çar aliyên cîhanê zarok ji bo 23'ê nîsanê hatine Tirkiyeyê. Lê zarokên kurd di nava xemgîniyê dene. Em hemû zarokên kurd bi hurmet bibîr tînin."
SÊRT
Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê û Şaredariyê Sêrtê jî bi hev re li Pirtûkxaneya Celadet Ali Bedirxan pêşengeha wêneyên zarokên ku hatin qetilkirin vekir. Di pêşengehê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, Rêveberên BDP'ê Wekîla Şaredar Fehremez Kaya, Nûnerên Belediye-Îş, KESK, TUHAD-DER, NÇM, Dayikên Aştiyê, Piştevaniya Jinê ya Berfinê û gelek kesên din amaed bûn. Pêşengeh dê heta saet 21.00'an vekirî bimîne.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê jî Rêxistinia BDP'ê ya Silopiyê bi heman armancê bi sedan kes li ber BDP'ê kom bûn û heta Dibistana Seretayî ya Komarê ya taxa Nuhê meşiyan. Di meşê de Serok û rêveberên BDP'ê, Endamên Înîsiyaitfa Aştiyê, MEYA-DER, KURDİ-DER, Navenda Çandê ya Laleşê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Komê pankarta "Zarok bila li cejna bin ne li goristana bin" û "Dibistan xweşe bi zimanê zikmakî" vekirin. Komê wêneyên zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rakir "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Şehîd namirin" û "Bê ziman jiyan nabe" qîrandinn. Komê piştî meşê daxuyanî da û belav bûn.