Li 4 bajaran gelek binçavkirin û girtin

Li Erzirom, Agirî û Dersimê gelek binçavkirin û girtin pêk hat. Li Qersê jî xwendekarên ku nijadperestan êrîşî wan kiribûn, xistin binçavan.

Rejîma AKP/Qesrê bi nêzbûna referandûmê re her ku dengên ‘Na’yê zêde dibin, polîtîkayên qirkirinê jî zêdetir dike.

ERZIROM

Li navenda Erziromê û navçeya Qereyaziyê 24 kesên ku rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de, di 16 û 17’ê Adarê serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, piştî karên wan ên li emnîyetê anîn adliyeyê. Dozgeriyê ji 24 kesan, 16 kes bi şertê kontrol edlî berda, rêveberên HDP’ê yên Qereyaziyê Ramazan Alaca û Aydin Ozdemîr, û Yavûz Karabakan, Mûrat Karabakan, Sevdîn Agir, Medenî Ozmen, Servet Koç û Mûstafa Gul bi hinceta ku “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H’yê ya Erziromê

AGIRÎ

Li Agirî û navçeyên wê bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandaya rêxistinê kirine”, di serdegirtina malan de 23 kes hatin binçavkirin. Kesên xistin binçavan, birin Midûriyeta Emnîyetê ya Bajêr.

DERSIM

Li Dersimê di serdegirtinên malan ên duh sibehê de 15 hatibûn binçavkirin. Ji wan kesan 9 jê beriya ku li emnîyetê îfadeya wan were girtin, derxistin dozgeriyê. Bi îddîaya ku “endamên rêxistinê ne” pirs ji 9 kesan kirin. Dozger, piştî îfadeyan bi daxwaza girtinê 9 kes sewqî dadgehê kir.

Alîkarê Hevserokê Şaredariyê Îbrahîm Kasûn ê ku piştî qeyûm ji karê xwe hate dûrxistin, xebatkarên şaredariyê Berna Çelebî û Bedrî Akyol, Hevserokê MEYA-DER’ê ya ku bi Biryarnameyên di hukmê Qanûn de hatibû girtin Hayrettîn Baba û Rêveberên DBP’ê Yaşar Ateş û Ayhan Çelîk bi îddîaya ku “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

6 kesên ku Derhênerê Weşanê yê Giştî yê Radyo Mûnzûrê rojnamevan Mehmet Çagri û endamên Meclîsa Partiyê ya DBP’ê di nav wan de ne, hê jî li emnîyetê ne.

QERS

Komeke nijadperest êrîşî xwendekarên ku li ber Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê kirin, yên ku bi stranên “Na”yê yên ji bo referandûmê hatine amadekirin govend digerandin. Polîsan jî êrîşî koma govendger kir. Piştî bûyerê hat hînbûn ku, hin xwendekar ketine binçavan.