Li Amed, Îzmir û Êlihê di çalakiyên şemiyê yên ÎHD û xizmên windayan ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin de qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hat şermezarkirin.
AMED
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 205'an de dîsa li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê de li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma ku li ber Abîdeyê kom bû pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekir û çalakiya xwe berdewam kir. Malbatan wêneyên xizmên xwe li ser pankartê rêz kirin û qurnefil avêtin ser wêneyan.
Di çalakiya ku di bin hewaya sar pêk hat de Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn. Endamê Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin şermezar kir û wiha got: "Divê her kes ji daxuyaniyên xapînok bireve. Divê her kes ji bo ronîkina vê bûyerê têbikoşe."
Sekreterê ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren jî çîroka qetilkirina Resûl Arslan ê di sala 1997'an de li Gundê Bagozu yê navçeya Mahsertê ya Amedê hate binçavkirin û windakirin xwend. Arslan anî ziman ku li gorî agahiyên cerdevanan wê demê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û ew jî di navde ye.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Li Îzmirê jî Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê çalakiya ku ji 2 hefteyan carekê pêk tînin li ber Sumerbanka berê berdewam kir.
Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bû û pankarta "Winda diyarin, kiryar li kuderê ne" vekir. Li ser navê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Adnan Kaya diyar kir ku, dewletê heta niha bi sedan welatî winda kirine û hêj kujer ronî nekirine.
Kaya aqûbeta Davut Altunkaya yê hêj 12 salî bû di 29'ê Mijdara 1995'an de hate windakirin pirsî.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ya Êlihê jî li Kolana Gulsitanê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam kir. Endam û rêveberên ÎHD, rêveberên BDP'ê, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, KURDÎ-DER û MEYA-DER'ê amade bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Îlyas Ekincî diyar kir ku, 205 heftene ji bo winda bên ditin û kujer bên darizandin çalakiyan pêk tînin û heta encamê bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Ekîncî qetilkirina 3 jinên kurd jî şermezar kir.
Piştre çalakiya rûniştinê pêk anîn.