Li 3 bajaran Eûtelsat hate protestokirin

Biryara qûtkirina weşanên televîzyonên Kurdî ya ji aliyê Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransayê li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin.

PARÎS


Li paytext Parîs a Fransayê ji bo kenalên televîzyonên Kurdî ya di encama têkiliyên qirêj ê Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransa ya li gel dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin. 


Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîkî ya Fransayê (CDK-F) di saet 16:00’an de li Qada Repûbîlîqûe mîtîngek hate lidarxistin û Kurdistanî beşdar bûn.


Kurdistaniyên ku dowîzên ku logoyên her 3 televîzyonên Kurdî ku dixwazin weşana wan tarî bikin, pankartên bi nivîsa “Eûtelsat ketiye rewşekî wisa ku weke kargehekî dewleta Tirk kar dike” û “Ji Senûra dewleta Tirk û Eûtelsatê re NA” vekirin û dirûşma “Erdogan DAIŞ e, hevkar Eûtelsat e” qîr kirin.
Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civka Kurd a Demokratîk a Parîsê Mehmet Alî Yildiz û Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalît Îsa axivîn.


Di axaftinan de ev tişt hate gotin: “Li Rojavayê Kurdistanê dengê Kurdan ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn têkoşînê dikin, dixwazin ji aliyê Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransayê ve bên girtin. Ev dirûtiya dewleta Fransayê ye.”


Eger ku ev biryara girtinê paşve neyê kişandin, wê ji bo demokrasiya Fransay ya ku herî zêde êş ji êrîşên DAIŞ’ê girtî şermekî herî mezin be.


Wê têkoşîna gelan têkiliyên qirêj ên di nava dewletan de bide şikandin. Em ê ji bo Kurdistaniyan û gelên hejar berxwedanê xurt bikin û em rê nadin ku televîzyonên me bên girtin.”


Di mîtîngê de belavoka ku têkiliyên qirêj ên Eûtelsatê yên li gel dewleta Tirk hate xwendin. Piştre bang li her kesê hate kirin ku beşdarî daxuyaniya çapmeniyê ya ku wê roja 9’ê Gulanê di saet 13:00’an de li pêşiya avahiya Eûtelsatê bê dayîn bibe.


SAARBRUCKEN


Li bajarê Sarbrûcken ê Elmanyayê li dijî biryara Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransa ya di derbarê tarîkirina weşanên Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV yê bi armanca agahdarkirinê ji bo 2 rojan kon hate vedan.


Di aktivîteya endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Saarbûrckenê beşdar bûn de, bi sedan belavok hatin belavkirin. Konê ku duh li navenda bajêr hate vedan, îro jî dewam kir. Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Saarbrûckenê Dîlan Akdogan diyar kir ku ev biryara Eûtelsatê, li welatên Ewropayê di mijara ‘Azadiya Çapemeniyê’ de çiqas dirû ye derxistiye holê, wê li dijî vê bêmafiyê çalakiyên xwe bidomînin.


BÎELEFEDL


Li bajrê Bîelefeld ê Elmanyayê jî Kurdistanî li dijî tarîkirina weşana Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV yê çalakiya protestoyê lidar xistin.


Di çalakiyê de polîtîkayên zextê yên Erdogan a li dijî çapemeniya Kurd hate şermezarkirin, li hemberî bêdengiya Ewropayê jî nerazîbûn hate nîşandan.


Girseya k udi çalakiya protestoya Eûtelsatê de pankart vekirin, belavok belavkirin.