Li 3 bajaran 33 kes hatin binçavkirin

Li Enqere û Edene bi kêmanî 33 kes hatin binçavkirin.

33 kes bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ‘propaganda’ kirine hatin binçavkirin.

ENQERE

Li Enqerê berê sibehê bi hevdemî polîsên Tirk bi ser malan de girtin. Li gorî agahiyan bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê kirine’ û ‘endamên rêxistinê ne’ 15 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine binçavkirin: Gulîstan Yavûz, Ahmet Altunkiliç, Şahîn Topuz, Serpîl Koksal, Ramazan Karakoç, Hayatî Konukçu, Tayfûn Îşçî, Umut Yilmaz.

Tê gotin hejmara kesên ku wê werin binçavkirin dibe ku zêdetir bibin.

EDENE

Li Edene jî bi hevdemî polîsan li navçeyên Yuregîr, Sariçam û Ceyhanê bi ser gelek malan de girt.

Diyar bû ku 18 kes hatine binçavkirin.

MERSÎN

Li Mersînê berê sibehê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, 3 kes hatin binçavkirin.

Di lêgerîna malê de Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Cansû Esenlî û Mûhîttîn Uluçay, Ugur Avci hatin binçavkirin.