Li 16 navendan 10 hezaran kesî 15'ê Sibatê şermezar kirin
Li 16 navendan 10 hezaran kesî 15'ê Sibatê şermezar kirin
Li 16 navendan 10 hezaran kesî 15'ê Sibatê şermezar kirin
Bi armanca 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar bikin li gelek bajaran bi 10 hezaran kes kom bûn û meşên girseyî pêk anîn. Li navçeyên Nisêbînê Cizîr, Silopî, Hezex, Şirnex, Wêranşar, Sêwêreg, Serêkaniyê, Sêrt, Dêrsim, Hezex, Berwarî, Farqîn, Xerpêt û gelek cihên din bi 10 hezaran kesên kom bûn meş pêk anîn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Li navçeya Cizîrê 2 zarok di encama êrîşên polîsan de birîndar bûn.
NISÊBÎN
Bi 10 hezaran kesên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hev kom bûn, ji bo 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar bikin meşa girseyî pêk anîn. Girseya ku li Kolana Çag Çagê kom bûn, heta qada Şirinê meşiyan û ala PKK'ê û Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Bi 10 hezaran kesên cilên reş li xwe kirin, 15'ê Sibatê şerezar kir. Girseyê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Bê serok jiyan na be" qîr kir.
Girseyê di meşê de pankarta "Em komploya navneteweyî şermezar dikin." vekir û meşiyan. Kesê ku ruyê xwe rûpoş kir û li ser navê Înîsiyatifa Gel ya Demokratîk axivî 15'ê Sibatê şermezar kir û anî ziman ku, heta Reber Apo ji zindanê derxin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştî meşê ciwanan li gelek kolanan bend danî. Komek ciwan ber bi maşîneyên zirxî ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir û bi êrîşa polîsan re pevçûn derket. Di pevçûnê de li kolanên Şirin, Sakarya, Işik Onderd û Demiryoluyê pevçûn derket û didomin.
CIZÎR
Li navçeya Cizirê ya Şirnexê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li hev kom bûn bi meşê 15'ê Sibatê şermezar kirin. Piştî bi hezaran kasan di nimêja sivîl ya Înê de li ber Mala Sersaxiyê ya taxa Cûdî ref girêdan piştî nimêjê dest bi meşê kirin. Girse meşiya mala Endama Konseya leşkerî ya HPG'ê gêrîla Çiçek Botan û li vir sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend û dîsa meşiyan. Girseya ku dest bi meşê kir pankartên "Gele Botan komploya 15 Sibate şermezar dike, bi serhildanê bersiv dide" û "Em dirêya şehîdên 15’ê Sibate de ne" vekir û heta kolana Nisêbînê meşiyan. Girseyê dîsa di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Yahya Menekşe û Şahin Oner vekirin.
Girseya ku ji Kolana Nisêbînê dîsa ber bi taxa Nurê ve dest bi meşê kir, polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîş kir. Girseyê jî bi keviran bersîv da polîsan. Li gel mudaxaleya polisan dîsa girse gihişt taxa Nûrê û ji wir jî ber bi kolna Yafesê ve meşiyan. Polîsên ku serê kolanên Hezex, Nisêbîn û Yafesê girt, dîsa êrîşî girsê kir. Girseya ku piştî demekê li ber Otela Onşarê ko bû, dîsa dest bi meşê kir. Piştre pevçûn li taxên Nûr, Cûdî û Yafesê belav bûn. Di pevçûn û êrîşa polîsan de zarokê 9 salî M.E. D. û jina 20 salî Zeliha Akin, bi bombeya gazê birîndar bû. 2 welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Cizîrê.
SÊWÊREG
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Sêwerega Rihayê jî bi heman armancê li Qada Kanli Kuyu daxuyanî dan çapemeniyê. Di navde rêveberên BDP'ê jî heye bi sedan kes amade bûn. Serokê BDP'a Sêweregê Î.Halil Bektaş, li vir daxuyani da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên BDP'ê yên Wêranşarê û Şaredariyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Komê pankarta "Em Komploya Navnetewi ya 15 Şibatê Şermezar dikin, em Komkujiya kurdan û komploya Navnetewî Şermezar dikin" vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş, 15'ê Sibatê şermezar kir. Rêveberê BDP'a Sêweregê Servet Kiliç jî daxuyani da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûnşitinê pêk anî.
ŞIRNEX
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de polîsan êrîşî girsê kir û pevçûn derket. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê di nimêja sivîl a înê de li hev kom bûn, bi pankart û dowîzan 15'ê Sibatê şermezar kirin. Jinan di meşê de cilên reş li xwe kirin û piştî meşê daxuyani dan. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Şirnexê Baki Katar daxuyanî da û xwest bi lezgîn Îmarlî bê valakirin. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûnişitnê pêk anî. Piştî demekê dîsa polîsan mudaxale kir û pevçûna di navbera polîs û ciwanan de heta demekê berdewam kir.
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê bi tevlîbûna sedan kesan 15'ê Sibatê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, di nav de rêveberên ÎHD, TUHAD-DER, MEYA-DER, NÇM, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Xebatkarên şaredariyê û gelek kesên din amade bûn. Komê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" qîr kir.
SILOPÎ
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Silopiyê jî bi heman armancê xwestin meşê pêk bînin. Lê ji ber ku polîsan destûr neda girseyê di nav de rêveberên MEYA-DER, KURDİ-DER û BDP'ê jî heye li taxa Nurê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê li vir jî bê navber slogan qîr kirin. Polîsan hemû kolan xistin bin dorpêçê û tedbîrên mezin girt.
DÊRSIM
Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê jî bi heman armancê li kolana hunerê kom bûn û heta Qada Seyît Riza meşiyan. Di meşê de şaredara Dêrsimê û rêveberên BDP'ê yên Dêrsimê, nûnerên BDP, EMEP, HDK jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Komê bê navber siloganên 'Bijî serok Apo" û "Ocalan", qîr kirin. Komê li qadê pankarta "Azadiya Ocalanî Azadiya Mîlleté Kirmanciya" û wêneyên Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vekir. Komê piştî meşê li qada Seyît Riza daxuyanî da. Rêveberê BDP'a Dêrsimê M. Ali Yazir daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
HEZEX
Li navçeya Hezexê jî piştî nimêja Înê bi hezaran kes li hev kom bûn meş pêk anîn. Koma ku li kolana Adile Naşit a taxa Ataturkê kom bûn, xwestin heta nava kolanê bimeşin. Lê polîsan destûr neda meşê. Girseyê li kolana Adile Naşit daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Rêveberê BDP'ê Serdar Çatak daxuyanî da û 15'ê Sibate şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girseyê xwest meşê pêk bîne, lê polîsan êrîş kir. Piştî êrîşa polîsan bûyer li nava kolanan berdewam dike.
QOSER
Li navçeya Qoserê jî 15'ê Sibatê bi girseyî hat şerezar kirin. Meşa Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlê Şaredar Haşîm Baday, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes li Qada Azadiyê hatin cem hev. Girseyê pankrata "Jiyana Rêber Apo di bin esaretê de hatî girtin em dê vegerînin cehennemê" vekirin û ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîrkirin. Pişt re girseyê xwest ku, ber bi Goristana Şehîdan ve bimeşe. Polîsan destûra meşê nedan û bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.
Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da û Wekîlê Şaredar Haşîm Baday û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn hatin darpkirin. Di êrîşê de welatiyê bi navê Ramazan Ay bi darbeyên copên polîsan birîndarbû. Ji bo Ay rakirin nexweşxaneyê ambûlans xwestin cihê bûyerê. Pişti reveberê BDP'ê Ramazan Ay rakirin nexweşxaneyê û filmê serê wî hat kişandin hat diyarkirin ku, hestiyê serê wî deriziye. Di çalakiyên li navçeya Qoserê de di êrîşa polîsan de 10 ciwan hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan ya Qoserê.
SERÊKANIYÊ
Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Rêvberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn. Li vir daxuyanî dan û 15'ê Sibatê şermezar kirin.
XERPÊT
Rêxistina BDP'ê ya Xerpêtê jî bi heman armancê li Garataja Hozatê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê BDP'a Xerpêtê Turan Çelik li vir daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
FARQÎN
Rêxistina BDP'e ya Farqînê jî bi heman armancê meşek girseyî pêk anî. Bi sedan kesên ku li Qada Azadiyê kom bûn, bi pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê nelet dikin" vekir u wêneyên 3 jinên Kurd vekirin. Kom piştî li parkê civiyan heta avahiya BDP'ê meşiyan. Dema meşê dest bi meşê kir, polîsan bi maşîneyên zirxî rê girt û destûr neda meşê. Komê pişti hevdîtina bi polîsan re bi kortejekê bi siloganên "Zext nikarin me bêzar bikin" û "Bê Serok Jiyan nabê" qîriyan û heta kolana navendî meşiyan. Kom piştî heta duriyana PTT'ê meşiyan li vir daxuyanî dan. Rêveberê BDP'ê Mahmut Gezer di bin dorpêça polîsan û maşîneyên zirxî de daxuyani da û 15'e Sibatê Şermezar kir.
ÇINAR
Li navçeya Çinare jî Rêxistina BDP'e bi heman armancê bi meşekê 15'e Sibatê şermezar kir. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir û destûr neda meşê. Komê jî bi keviran bersîv da polîsan û bûyer di nava kolanan de belav bû.
BERWARÎ
Li navçeya Berwarî ya Sêrtê jî Rêxistina BDP'ê bi heman armancê meş pêk anî û 15'ê Sibatê şermezar kir. Bi dehan kesên ku li avahia BDP'e cilên reş li xwe kirin ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê û çalakî pêk anîn.
HAZRO
Rêxistina BDP'ê ya Hazro jî bi heman armancê li ber avahiya AKP'ê ya Hazro çalakî pêk anî. Komê silogana "PKK gele, gel li vire" qîr kir. Li vir serokê BDP'a Hazro Şakir Dolan, daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.