Bi boneya 27’ê Mijdarê 34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li 11 navendan pîrozbahî hatin lidarxistin. Li Stenbol, Şirnex, Cizir, Lîce, Çinar, Erxenî, Nisêbîn, Dêrik, Qoser, Wan û Kopê bi tevlêbûna hezaran kesan 27'ê Mijdarê hate pîrozkirin. Li navçeya Sultangazî polîsan êrîşî girsê kir û welatiyek bi giranî birîndar bû.
STENBOL
Li taxa Demîrkapi ya Bagcilara stenbolê koma ku li Parka Newrozê kom bûn û xwestin 27'ê Mijdarê pîroz bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi maşîneyên zirxî koma xwest şahiyê pêk bîne dorpêç kir û beyî ku hişyariyê bike êrîşî komê kir. Polîsan dema bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî komê kir, komê jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv da polîsan. Komê di çalakiyê de wêneyê gêrîlayê HPG'ê Cezmî Altintaş (Botan Erdal) ku li navçeya Çelê di şer de jiyana xwe ji dest da daliqandin. Polîsan di êrîşê de Cîhazên deng yên Navenda Çandê ya MED desteser kir û heta serê sibê tax dorpêç kirin.
WELATIYEK BI BOMBEYA GAZÊ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ
Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî jî koma ku xwest şahiyê pêk bîne rastî êrîşa polîsan hat. Pîrozbahiya li tenişta Mizgefta Ulu pêk hat, rastî êrîşa polîsan a ava şit û bombeyên gazê hat. Di êrîşê de polîsan bombeyek gazê avêt mala Suat Ulgen. Di bûyerê de bombeya gazê ku ket hundirê malê li Suat Ulgen ket û Ulgen birîndar bû. Ulken rakirin Nexweşxaneya Silivri Anadolu. Dema Ulgen rakirin nexweşxaneyê biraziyê Ulken Gokhan Ulgen ku refaqetvanî dikir ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Di bûyeran de welatiyê bi navê Hakki Pîranoglu hate binçavkirin. 2 welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gaziyê.
ŞIRNEX
Li taxa Yeşilyurtê ya Şirnexê jî nêzî 2 hezar kesên kom bûn, 27'ê Mijdarê roja damezirandinia PKK'ê pîrozkirin. Girseya ku di nav de rêveberên BDP, meclîsa şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl jî hebûn, li ber stranan govend gerandin. Bi hezaran kesên govend gerandin li çepikan dan û bê navber slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girsê di pîrozbahiye de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê bilind kirin. Komê piştî demekê govend gerand, li Qada Omer Kabak kom bûn û pîrozbahî berdewam kirin. Koma ciwanan li vir rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Şer û pevçûnê heta derengê şevê berdewam ki. Gelek welatî ketin bin bandora bombeyên gazê.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çend rojin li ser hev 27'ê Mijdarê bi girseyî tê pîrozkirin. Şevê din pîrozbahî bi tevlêbûnek hêj xurtir pêk hat. Pîrozbahiyên ku ji sibê heta evarî li taxan pêk hat, piştî dinya tarî bû bi hezaran kes li Qada Çarkendal a taxa Sûrê kom bûn û bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "PKK gele, gel li vire" 27'ê mijdarê pîroz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li ber muzîkê gavend gerandin. Bi hezaran kesên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn govend gerandin û rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Girsê piştî govend gerandin fîşekên hewayî avêtin û pîrozbahî derdxistin asta herî jor.
Piştî girsê coşa xwe mezin kirin û dengê sloganên xwe bilindtir kirin, polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Li aliyê din bi sedan ciwanên ku serê xwe pêçan Rêyên Hezex û Nisêbînê li trafîkê girtin û nasnameya ajokarên maşîneyan kontrol kirin. Gelek maşîneyên zirxî û TOMA hatin cihê bûyerê û mudaxaleyî girsê kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û molotofan bersîv dan. Dema molotofkokteyl li maşîneya zirxî ya polîsan ket, maşîna polîsan di nava pêtên agir de ma.
Ji ber ku polîsan di êrîşê de gelek bombeyên gazê bikar anîn welatiyên taxên Sur, Cudî, Nur gelek taxên din di bin ewrê gaza bombeyan de ma. Li ser kolana Hezexê jî piştî polîsan bombeya gazê avêt kargeriyekê şewat derket. Li navçeyê ku pevçûnan heta derengê şevê berdewam kir, piştî polîs paşve kişiyan bûyer bi dawî bûn.
LÎCE
Li navenda navçeya Lîceyê jî bi heman armancê 27'ê Mijdarê bi tevlêbûn û coşek mezin hate pîrozkirin. Girseya ku li taxa Karahasanê kom bûn û agir pêxistin heta derengê şevê li dora agir govend gerandin. Polîsan piştî hemû kolan li trafîkê girtin bi panzer û TOMA'yan êrîşî girseyê kir. Polîsan piştî bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir, girsê jî bi kevir, molotof û fişekên hewayî bersîv da polîsan. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir.
ÇINAR
Li Navçeya Çinarê ya Amedê jî girseya ku saet di 18.00'an de li ber avahiya BDP'ê kom bû bi def û stranan 27'ê Mijdarê pîroz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê rakirin û sloganên "PKK gele, gel li vire" û "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê bi fîşekên hewayî berdewam bike.
ERXENÎ
Li navçeya Erxeniyê jî bi heman armancê bi tevlêbûna sedan kesan li 6 taxan pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozhiyên di demjimêrên êvarî de destpê kirin heta derengê şevê berdewam kir. Pîrozbahî bi fîşekên hewayî bi dawî bûn.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî girseya ku li Qata Newrozê ya taxa Devrimê kom bûn, pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê yên navçeyê û bajarê Mêrdînê, şaredarên BDP'î, endamên meclisa şaredariyê înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Nûnerên DOKH, MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê amade bûn. Girsê di pîrozbahiyê de sridûra "Çerxa Şoreşê" xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da rêz girtin. Girsê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Bi can bi xwîn em bi te rene ey Serok" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê agir pêxist û li dor agir govend gerandin. Piştî axaftin hatin kirin li dor agir govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin avêtin.
DÊRIK
Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî girseya ku di navde rêveberên BDP'ê jî hene li Qada Cevizpinarê kom bûn û 27'ê Mijdarê pîroz kir. Li vir ji girsê rêz girt û axaftin kirin. Piştî axaftinan sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Pîrozbahî bi fîşekên hewayi bi dawî bû.
QOSER
Li navçeya Qoserê jî bi sedan kesên li Parka Mehmet Sîncar a li taxa Tepebaşi kom bûn şahî pêk anîn. Di şahiyê de koma Navneda Çanda Mezopotamya û Hunermend Seyda Perinçek, sitran gotin. Girseya ku li ber staranan govend gerandin bê navber sloganên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de pankarta "34. salvegera cejna vejine PKK li hemû gelê Kurd piroz be" vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.
WAN
Li Wanê jî di saetên êvari de li heman taxan pîrozbahî hate lidarxistin. Saet di 21.00'an de hemwext fîşekên hewayî hatin avêtin û pîrozbahî hate lidarxitin. li Taxên Suphan, Xaçort û Yenî ciwanan agir pêxist û govend gerandin. Girsê bê navber sloganên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Girtiyên siyasî rûmet me ne" berz kirin.
KOP
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê pirozbahî hate lidarxistin. Ciwanên ku li tax û qadên cuda kom bûn agir pêxistin û govend gerandin. Ciwanan di pîrozbahiyan de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel, gel li vir e" barz kirin û fîşekên hewayî avêtin."