Leyla Guven bû welatiya rûmetê ya Parîsê

Li ser daxwaza endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Danîelle Sîmonnet, Leyla Guven bû hemşehriya rûmetê ya Parîsê.

Daxwaza ji bo welatîbûna rûmetê ya wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêşkêşî dengdanê hate kirin.

Meclîsa Şaredariya Parîsê bi piraniya dengan welatîbûna rûmetî ya Guven qebûl kir. Partiya Çep, Partiya Komunîst a Fransayê, France Insoummise û Partiya Keskan piştgirî dan pêşniyarê.

Sîmonnet li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Serketin! Şaredariya Parîsê daxwaza min a ku welatîbûna rûmetê bide wekîla HDP'ê Leyla Guven û piştgiriyê bide gelê Kurd ê mexdûrê Erdogan e, qebûl kir."