'Leşkeriya ji neçarî gefê li jiyana mirovan dixwe'

Hevserokê Komeleya Dijberên Çûyîna Leşkeriyê Gokhan Soysal da xuyakirin, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê nîşan daye ku ti ewlehiya jiyana leşkeran nîne.

Soysal got, "We deng da bin AKP'ê jî, ji ber fermaneke ji we re hat dayîn hûn dikarin bibin darbekar, dikarin bibin dijberê hikûmetê" û bang li ciwanan kir ku xwedî li siberoja xwe derkevin, neçin leşkeriyê û yên çû bin jî ji bo siberoja xwe dest ji leşkeriyê berdin.

Hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, encameke çawa ji bo leşkerên ji neçarî leşkeriyê dikin, derxist holê?

Hevserokê Komeleya Dijberên Çûyîna Leşkeriyê Gokhan Soysal bersiv da vê pirsê. Li gorî Soysal hejmara mirovên piştî darbeyê nexwazin biçin leşkeriyê, wê gelekî zêde bibe. Beriya pêvajoya çareseriyê, hejmara mirovên wexta wan hatiye û neçûna leşkeriyê, bi qasî 1 mîlyon bû. Bi leşkeriya bi berdêl û pêvajoya çareseriyê ve ev hejmar kêm bû. Bi texmînî 600 hezar heta 700 hearî ye.

Soysal da xuyakirin, ku piştî pêvajoya çareseriyê hat betalkirin û şer destpê kir, hejmara mirovên ji leşkeriyê fîrar kirine, zêde bûye û got, "Li ber destê me hejmareke zelal nîne. Lê belê, piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya pirsa herî zêde ji komeleyê hat kirin li ser rewşa dawî ya fîrarê ye. Leşkerên fîrar kirine nizanin bê reda wijdanî çi ye. Lê dibêjin, eger fîrar bikin, wê çi bên serê wan."

'HEJMARA MIROVÊN NEÇIN LEŞKERIYÊ WÊ ZÊDE BIBE'

 Soysal diyar kir, hewldana darbeyê raxistiye pêş çaan û jiyana mirovên ji neçarî diçin leşkeriyê nîne û got, "Ji ber vê yekê hejmara mirovên naçin leşkeriyê wê zêde bibe."

Gokhan Soysal ev nirxandin kir: "Leşkerên ji neçarî leşkeriyê dikin, eger di dema darbeekê de gun heda fermanên ji wan re tê dayîn, hingî wê ji 'sûcê be îteatiya fermanê" werin cezakirin. Dema li gorî fermanê tevbigere, wê çaxê jî 'bi darbekarî, hewldan têkbirina hikûmetê' werin sûcdarkirin. Di navberê de man e. Leşkergeh ji xwe hemû mîna girtîgehê ne. Lê rewşeke mezin a nediyar li holê heye. Eger deng da bin AKP'ê jî, eger fermanek ji we re bê dayîn, dibe ku hûn jî bibin darbekar û dijberê hikûmetê. Ji xwe leşkerên ji neçarî leşkeriyê dikin, êdî bi vê rastiyê dihesin. Weke kesên li dijî çûyîna leşkeriyê derdikevin, me bi salan gotin 'Mîlîtarîzm vîna mirovan ji wan digire'. Hewldana darbeyê me piştrast kir."

Gokhan Soysal ku di heman demê de parêzer e got, "Darbekar hiqûqê nas nakin. Bersiva ji bo pirsa 'piştî darbeyê wê çi bibe?' ji niha ve tê dîtin. Mînak; zêdekirina rojên binçavkirinê, ku bûye 30 roj, pirsgirêkeke mezin e."

'MIROV NEÇAR IN XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVIN'

Soysal destnîşan kir, ku redkirina çûyîna leşkeriyê di çarçoveya ol û wijdanê de mafekî bingehîn e û diyar kir, girîng e ev rastî ji ciwanên hê 20 salî ne bê vegotin.

Soysal bang li ciwanan kir, ku der barê siberoja xwe de bi xwe biryarê bidin û got, "Mirov nikarin der heqê siberoja xwe de biryarê bidin. Lewma em pêşniyarê li wan dikin ku neçin leşkeriyê û der heqê siberoja xwe de bi xwe biryarê bidin." Soysal diyar kir, ti garantî nîne ku sibe yan jî dusib darbeyeke din bê kirin.

Soysal da zanîn, weke komeleyê ew piştgiriya hiqûqî didin kesên alîkariyê dixwazin û got, "Beriya her tiştî em wan agahdar dikin ku bê çi derdikeve pêşiya wan. Dûre jî em pêvajoya dozê dişopînin. Eger kesek naxwaze biçe leşkeriyê û desteka hiqûqî dixwaze, em bi biryar in heta dawiyê piştgiriyê bidin wî."

...