Leşkerê kontrola mayinê dikir di encama qezayê de mir
Leşkerê kontrola mayinê dikir di encama qezayê de mir
Leşkerê kontrola mayinê dikir di encama qezayê de mir
Li Şirnexê, leşkerekî li ser rê kontrola mayinê dikir, wesayîtek lê qelibî û di encamê de mir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li kîlometreya 40. a rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê Nevzat Akyol (20) ê li Fermandariya Tûgaya Piyade ya Motorî ya 6. a Akçayê leşkerî dikir, dema ji bo ewlekariya rê kontrola mayinê dikr, kamyonetek lê qelibî.
Akyol dê di qezayê de birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê mir.
Der heqê bûyerê de ajokarê kamyonetê T.S. hat binçavkirin. Cenazeyê Akyol jî dê bişînin navçeya Akkişla ya Kayseriyê.