Leşkerê Gorul qetil kir hat girtin

Leşkerê Gorul qetil kir hat girtin

Der barê bûyera qetilkirina Mûzaffer Gorul li nuqteya lêgerînê ya li Qereqola Jendermeyan a Abaliyê de, leşkerek hat girtin.

Mûzaffer Gorul, dema ji gundê Ziyaret ê navçeya Çewlik Dara Hênê diçû gundê Bîrlîk ê navçeya Amed Liceyê, li ber Qereqola Abaliyê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin. Der barê bûyerê de leşkerek hat girtin. Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Liceyê re der heqê leşker Erkan Goral û leşkerekî din ê navê wî nehat zanîn ên li Qereqola Jendermeyan a Abaliyê wezîfedar in, lêpirsîn hat destpêkirin. Leşker Goral ê derket pêşberî Dadgeha Sûlhê ya Liceyê, bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" hat girtin, leşkerê din jî bi pêkanîna serbestiya bi kontrol, hat berdan.