Leşkeran welatiyên ku çûne cihê operasyonê gulebaran kirin!
Leşkeran welatiyên ku çûne cihê operasyonê gulebaran kirin!
Leşkeran welatiyên ku çûne cihê operasyonê gulebaran kirin!
Hate ragihandin ku welatiyên çûn herêma operasyona li bejahiya gundê Çemê Elîke yê di sêgoşeya naveyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Henê ya Çewlikê de rastî gulebarana leşkeran hatin.
Serê li bejahiya gundê Çemê Elîke yê di navbera navçeyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Henê ya Çewlikê de dimîne operasyona leşkerî ya berfireh hatibû destpêkirin. Hate ragihandin ku, di operasyona balefir û helîkopter jî tevlî dibin de peçvûn qewimî. Li aliyê din gelek welatiyên di nav de BDP'î jî hene ber bi herêma operasyonê ve çûyîn gihiştin herêma operasyonê.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Lîceyê Harun Erkuş diyar kir ku, tevgera hewayî berdewam dike û leşkeran gule berdane wan. Erkuş anî ziman ku, leşkeran ji bo wan bêzar bikin herêma ew lê diman gulebaran kirin. Erkuş da zanîn ku, ew dê li herêmê bimînin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî bi komekî qelebalix ber bi herêma operasyonê ve bi rê ket.