Leşker veguhastin çiyêyê Gomanê

Leşker veguhastin çiyêyê Gomanê

Helîkopterên ku ji aliyê Geverê ve ber bi  Şemzînayê dihatin gelek leşker danîn li çiyayê Gomanê.

Helikopterên Skorsykê ku ji aliyê navçeya Colemêrgê Geverê ve dihatin, xwe li Tabûra Fermandariya Tugaya 3. Tektîka Çiya ya Şemzînan danîn. Li wir helîkopter dîsan rabûn û li çiyayê Gomanê leşker danîn xwarê. Di dema danîna leşleran de 2 helîkopterên bi tîpê Kobra ên ji aliyê Geverê ve hatin û her tim li ser navçeyê û Berekeş, Çiyaye Kure, Mizgevtan, Nehrî û  Begirdî difiriyan. Li navçeyê rê ji tirsê re vekir û li navçeyê şebekeya GSM’ê qut kirin.
Li navçeyê tevgera helîkopteran dewaam dike.