Lêkolînek li Elmanyayê: Tirkiye veguheriye otokrasiyê

Beriya niha Weqfa Bertelsmann a Elmanyayê ji bo Tirkiyeyê tespîta "otokrasiyê" kiribû, ku ev pênase di lêkolîneke Zanîngeha Wurzbûrgê de jî hate kirin. Di lêkolînê de guherînên li 179 welatan hatin nirxandin.

Zanyarên Zanîngeha Wurzbûrgê li gelemperiya cîhanê lêkolîneke berfireh kirin û welat li bêjinga demokrasiyê xistin.

Lêkolîneran welatên ku li ser xebitîn bi sernavê "demokrasiya karîger", "demokrasiya kêm", "rejîmên melez", "otorasiya nerm" û "otokrasiya hişk" pênase kirin.

Lêkolîner li ser şêweya rêveberiyê û kalîteya demokrasiyê ya 175 welatan sekinîn û ji bo Tirkiyeyê destnîşan kir ku di navbera salên 2012-2019'an de bi rengekî tund têk çûye.

Di lêkolînê de, Tirkiye sala 2012'an weke "demokrasiya kêm" hatibû pênasekirin, lê di sala 2019'an de weke "otokrasiya nerm" hate pênasekirin. Sirbistan, Macaristan, Brezîlya û Hindistan jî di heman kategoriyê de hatin destnîşankirin. Tirkiye di nava 179 welatan de cihê xwe di rêza 140'î de girtiye.

Li gorî heman lêkolînê li gelemperiya cîhanê kalîteya demokrasiyê kêm bûye. Ji nava 179 welatan 83 xwedî statuya "demokrasiyê" ne, ji bo 46 ji wan "demokrasiya kêm", ji bo 37 ji wan "demokrasiya karîger", ji bo 55 ji wan "otokrasî" û ji bo 34 ji wan jî "otokrasiya nerm" hate gotin. Di raporê de hate destnîşankirin ku 21 welat jî bi "otokrasiya tund" tên birêvebirin.

Di raporê de welatên Yekîtiya Ewropayê, DYE, Japonya û Kanada di nava kategoriya demokrasiya "karîger" de hatin bicihkrin. Polonya, Qibris, Hirvatistan, Malta, Bulgaristan jî weke "demokrasiya kêm" hatin pênasekirin.