Lêgerînerên edaletê di 16'ê Tîrmehê de li hev dicivin
SGDF wê bi şiyara "Ti xewn wê nîvco nemîne" di 16'ê Tîrmehê de şevekê lidar bixe û ji Gezî heta Roboskî, ji Soma heta Pirsûsê lêgerînerên edaletê li hev bicivîne.
SGDF wê bi şiyara "Ti xewn wê nîvco nemîne" di 16'ê Tîrmehê de şevekê lidar bixe û ji Gezî heta Roboskî, ji Soma heta Pirsûsê lêgerînerên edaletê li hev bicivîne.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" de bi şiyara "Ti xewn wê nîvco nemîne" di 16'ê Tîrmehê de li Stenbolê şeveke edaletê lidar dixe. Ji Gezî heta Roboskî, ji Soma heta Pirsûsê wê hemû lêgerînerên edaletê di vê şevê de amade bin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî wê beşdarî şevê bibin.
Di şeva li Navenda Pêşandanê ya Bostanci de wê Alî Asker, Bûrhan Berken, Erdogan Emîr, Grûp Mûnzûr, Grûp Vardiya, Îlkay Akkaya, Nejat Yavaşogûllari, Pinar Aydinlar, Servet Kocakaya û Ferhat Tûnç derkevin ser dikê.
Hunermend wê stranên bi dilê şehîdên Pirsûsê bûn bistirên û ji bo bîranîna wan helbestan bixwînin. Gaziyên Pirsûsê jî wê di şevê de derkevin ser dikê û stranên rêwiyên xewn û xeyalan bistirên. Di şevê de wê sînevîzyonek ji aliyê BEKSAV'ê ve têkildarî komkujiya Pirsûsê hatiye amadekirin, bê nîşandan.
Hevserokê SGDF'ê Ogûz Yuzgeç da xuyakirin, ku ew dixwazin hemû lêgerînerên edaletê li hev bicivînin û got, "Her kesê li ser vê xakê bi navê edaletê tên binavkirin, her dengê qîrîna edaletê bilind dike, xwediyê şeva me ne. Ji dayikên Şemiyê heta dayikên Somayê, ji malbatên Roboskî heta malbatên Gezî her kesên ji bo edaletê têdikoşin, wê di şeva me de amade bin."
Yuzgeç diyar kir, ev kombûna wan çalakiyeke girîng a kampanya wan a ji bo edaletê ye û got, "Weke rêxistinên ciwanan em ê têkoşîna yekbûyî û hevpar a ciwanan di ve şevê nîşan bidin. Em ê careke din nîşan bidin, ku li dijî faşîzmê, em weke rêxistinên ciwanan bi hev re tevdigerin. Em bang li her kesî dikin ku di 16'ê Tîrmehê de tevlî şeva me ya edaletê bibin."