Lêgerîna li avahiya HDP’ê ya Mûşê 8 saetan dom kir
Piştî opersyonên qirkirina siyasî yên li navenda Mûşê, lêgerîna polîsan a li avahiya HDP'ê bidawî bû.
Piştî opersyonên qirkirina siyasî yên li navenda Mûşê, lêgerîna polîsan a li avahiya HDP'ê bidawî bû.
Di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girtibûn û hevserokên Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel û welatiyê bi navê Kudbettîn Çelîk destgîrkiribûn.
Polisan destê hevserokan kelemçe kiribûn û anîbûn avahiya HDP'ê ya Mûşê û dest bi lêgerînê kiribûn. Polisan piştî 8 saetan lêgerîna xwe ya bînaya HDP'ê ya Mûşê bi dawî kir.
Piştî bi dawîbûna lêgerînê polisan Çaki û Karaguzel bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Mûşê.