Le Mone: Ji salên 90'î ve havîna herî bixwîn

Le Mone: Ji salên 90'î ve havîna herî bixwîn

Rojnameya Frensî Le Mondeyê diyar kir ku li Tirkiyeyê ji salên 90î ve havîna herî bi xwîn tê jiyîn û di derbarê pevçûnan de cih da daxwiyaniyên rayedarên PKKê û Tirkan.

Di nûçeya nûçegihan Guîlauma Perrîerê de gotinên Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş ku digot qada 400 km2 di bin serdestiya PKKê de ye ji xwendevanan re hate ragihandin. Rojnameya ku ev wekî nîşaneya guharandina taktîkî ya PKKê şîrove kir, nivîsî ku Enqereyê wekî ‘’propagandaya terorîstan’’ bertek da daxwiyaniyên Demîrtaş.

Li gel vê Le Monde bal dikişîne ser wê ku şandina 2 hezar leşkeran a ber bi Şemzînanê ve sûdewar e û bi bîr dixîne ku PKKê di Tebaxa 1984ê de çalakiya xwe ya yekê li vê navçeyê pêk aniye.

Rojname lihevrasthatina gerîlayan û koma BDPê bi bîr dixe û ‘’diruşmeyên nîjatperest’’ ên ku piştî dîmenan di rojnameyan de cih girtin, destnîşan kir.

Rojname dibêje; ‘’Li Tirkiyeyê ji salên 1990î ve havîna herî bi xwîn tê jiyîn’’, bi bîr dixîne ku bîlançoya van du mehên dawî yên di navbera artêş û PKKê de nediyar e lê; ‘’bêgûman ji 100’î bihuriye’’

Rojname cih dide şîroveyên Mehmet Alî Bîrand ku digot; ‘’Di van 14 salên dawî de, yên piştî girtina serokê PKKê Abdullah Ocalan û heya niha, em havîna herî xedar dijîn” û diyar kir ku li gorî hijmarên fermî ji miha Nîsanê û vir ve bi hindikayî 90 hêzên ewlekariyê mirine, û li gorî PKKê jî ev hijmar tenê di meha Tebaxê de 400 e.

Rojname pevçûnên ku ji 2yê Îlonê ve li Elkê didomin bi bîr dixîne û bal dikişîne ser daxwiyaniyên gerîlayan ku dibêjin kontrola vê qadê jî ketiye destê PKKê. Firoşkarekî Geverê got; ‘’Hemû herêm bêhna xwe girtiye, her du hêl jî ji her tiştî re amede ne. Rewş gellekî metirsîdar e.’’

Rojname diyar dike ku wekî heyama ‘’şerê navxweyî’’ ya herî tund a salên 1990î, li herêmê gelek gund ji hêla artêşê ve hatine vala kirin, balê dikişîne ser raman ênanalîstên ‘’pisporê terorîzmê’’ ku vê rapelikîna tund bi pêşkeftinên ku parçeyeke girîng a Sûriyeyê ketiye bin kontrola ‘’PKK û PYD’’ girê didin.

Rojname tawanbakirina rayedarên hikûmetê yên di vê derbarê de jî bi bîr dixîne û diyar dike ku di 20ê Tebaxê de, piştî êrîşa li Dîlokê pêk hatî ku 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, Serokwezîr Tirkiyeyê Erdogan jî heman tawanbarî kir.

Rojnameyê got; ‘’Hemû berpirsyariya vê êrîşa ku li serhildêra dihate barkirin, ji hêla PKKê ve hate redkirin. Şefê leşkerî yê serhildanê Bahoz Erdal, got berovajî angaştan, di êrîşên roja duşemê de şopên polîsa Tirk û servîsên wê yên xef hene.”