Latuff wêneyê 'Elmanya Hîtler' a Erdogan çêkir

Karîkaturîstê navdar Carlos Latuff, der barê daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser 'Elmanya Hîtler' de wêneyek çêkir.

Karîkaturîstê navdar ê Brezîlyayî Carlos Latuff, der barê daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser 'Elmanya Hîtler' de wêneyek çêkir.

Di karîkaturê Latuff ê li ser mijarê de, Erdogan heyva di ala Tirkan de heye diavêje selika çopê û li şûna wê xaça tewandî ya sembola Nazî ye, çêdike. Li ser wêne jî gotina "Erdogan, ji bo hikûmeteke bi bandor, işaret bi Elmanya Hîtler kir" nivîsand.

...