Laçîn hat veşartin

Laçîn hat veşartin

Nivîskarê ji Dêrsimê Şukru Laçîn ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîşehîr a Kûrtkoyê hat veşartin.

Nivîskarê ji Dêrsimê Şukru Laçîn ê li mala xwe ya li Maltepeyê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîşehîr a li Kûrtkoyê li cem hevsera xwe Refîka Laçîn hat veşartin.

Di merasîma cenazeyê Laçîn de li gel malbat û hevalên wî, rêveberên HDP'ê yên Navçeya Maltepeyê jî amade bû.

Hevalê Laçîn Mehmet Çîçekçî li merasîmê axivî û diyar kir ku Laçîn ê şahidê Komkujiya Dêrsimê bû mirovekî gelekî rêzdar bû û cihê wî nayê dagirtin. Çîçekçî got, "Tevî ku 90 salî bû jî, tiştek ji bîr nedikir. Mîna dîrokek sax bû."