Kuştinên namûs û toreyê hatin protestokirin

Kuştinên namûs û toreyê hatin protestokirin

Li Stockholma Swêdê  saziya bi navê ‘Fadîme û Pelayê tu car ji bîr neke’ (GAPF)  di salvegera qetilkirina jina kurd ya bi navê Pela ku 14 sal berê bû qurbana cînayeta namûsê, dê li qada Medborgarplatsen çalakiyek pêk anî.

Ligel rojnameger û nivîskarên navdar serokê entegrasyonê Erîk Ullenhan û wezîra dadê  Beatrîce Ask jî tevli çalakiyê bûn.Li qadê der barê agahdarkirina kuştinên namûsê de broşur û danezan hatin belavkirin.

Serokê Entegrasyonê Erîk Ullenhag axivî û got Fadîme Şahîndal 12 sal berê ligel ku serî li saziyan da jî alîkariya pêwist negirt.

LI SWÊDÊ HÊJ BI HEZARAN KES DI BIN GEFA NAMÛS Û TERORÊ DE NE

Ullenhang got Şahîndal ji bo xwe bike bin ewlehiyê serî li saziyê çapemeniyê daye û xwestiye bûyer bê bihistin ku jiyana wê rizgar bibe û got: “Di roja me ya îro de hê bi hezaran kes di bin navê namûsê û terorê de rastî zextan tên. Fadîmeyê alîkariya pêwist negir.lê niha kesên serî lê dide alîkariyê digirin. Pisporên Xizmeta Civakî, Polîs û Dozger di vê mijarê de xwedî agahîne lê ne têr e.”

JINÊN KURD BO MAFÊN XWE TÊDIKOŞIN

Sadîe Mohammedî ya ji rohilatê Kurdistanê got jinên kurd ji bo ku mafên wan yê rejîmên dagirker jê girtine bigirin têdikoşin û got li Başûrê Kurdistanê di encam têkoşîna jinê de kuştinên di bin navê namûsê de êdî wek sûc tê dîtin. Mohammedî daxwaz kir ku divê her kes ji sûcê cînayetên namûsê bên cezakirin û kujer bên cezakirin.

Wezîra dadê Beatrîce Ask got hikûmet ji ber namûs û toreyê şîdet û zextan pir cidî digire û got dewlet ji bo memur, polîs û peywirdarên xizmeta civakî yên bi jinan re dixebitin, perwerde bikin, der bi perwerdehiyê kirin.

JINÊN KURD BO OCALAN ÎMZE BERHEV KIR

Endamên Komeleya Jinan a Kurd ya Amarayê li qadê di çarçoveya kampnayaya ji Ocalan re Azdî ji Kurdistanê re Statu îmze berhev kir.

Komeleyê her wiha bûyera tecawîzê ya zaroka 16 salî ku 8 tecawizkarên wê hatine berdan jî protestokirin.