Kuştina Floyd hate protestokirin: Ev agir wê dinyayê bişewitîne!

Qetilkirina George Floyd ê bi destê polîsekî DYE’yê li Stenbolê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê jî heman zilm heye.

Li DYE’yê George Floyd bi destê polîsekî nijadperest Derek Chaûvîn hatibû qetilkirin. Partiyên siyasî li Stenbolê li pêşiya Serkonsolosxaneya DYE’yê ev qetilkirin protesto kirin. HDP, Partiya Şoreşger, ESP, Yekîtiya Têkoşînê, Helwesta Şoreşger û Proteler tevlî vê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyê Floyd û wêneyê Bariş Çakan hate hildan ê ku ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî ji aliyê faşîstan ve hatibû qetilkirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Bûrcûgul Çûbûk hate xwendin. Çûbûk diyar kir ku Ewropiyan dema gava xwe avêtine Emerkîyaê ji bo berhevkirina sermayê gelê reşik ji xwe re kirine kole.

LI TIRKIYEYÊ JÎ HEMAN ZILM HEYE

Çûbûk diyar kir ku li Tirkiyeyê jî heman zilm heye û got ku “Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi polîs û notirvanan êrîşî gel, karker û jinan dike. Bi taybetî bi dema pandemiyê re polîs û notirvanan şîddet li gelek kesan kirine. Li Amedê dîmenên êşkenceyê derketin holê, li Enqereyê Bariş Çakan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hate qetilkirin. Ev hemû polîtîkaya dewletê ne.”