Kuştina Ceylan Onkol..
Kuştina Ceylan Onkol..
Kuştina Ceylan Onkol..
Di 28’ê Îlona 2009’an de xeyalek hat kûştin.Navê wê CEYLAN ONKOL bû.. Ew roj qêrînek bilind bû. Ew deng, ew dîmen,ew qêrîn,ew lorîn,ew hawar; li Amedê, li Mezra Xambaz a girêdayê navçeya Licê bilind dibû… Dayikek li ser cesedê keça xwe bû.
Dema ku ev deng li wir bilind dibû tu kesî ev gûndê Kurdistanê yê biçûk nasnedikir. Heta wê rojê kesî texmîn nedikir, li Kurdistanê, li vî gûndî, navêk din dê li “lîsta kûştina zarokan” were zêdekirin. Belê, di êvara 28’ê Îlona sala 2009’an de di Televizyona ROJ TV de nûçeyek derbas dibû.Dîsa zarokek kurd hatibû kuştin...
LI KURDISTANÊ KÛŞTINA ZAROKAN
Sal 2009 28’ê Îlonê bû. Li mezreya Xambaz a bi gundê Şênlikê ya navçeya Licê, zarokek 13 salî gava pezê xwe diçêrand, di encama înfazeke bê daraz de hat kuştin.Navê wê Ceylan Onkul bû. Heta wê rojê li Kurdistanê gelek zarok hatibûn kûştin. Ji van zarokan yek jî birayê Ceylanê yê 3 salîbû. Di sala 1993’an de di encama topbarana gunde jiyana xwe jidest dabû. Di van salên dawî de di dema hikûmeta AKP’ê de ev zarokên kurdan hatibûn qetil kirin:
Pinar Turan (6), Ugur Kaymaz (12), Abdullah Duran (9), Enes Ata (8), Îsmaîl Erkek (8), Fatih Tekin (3), Ahmet Araç (17), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fîdan (17), Mizgîn Ozbek (10), Yahya Menekşe (12), Abdulsamet Erîp (14), Mehmet Uytun (4), Firat Basan (14), Canan Saldık (16), Enver Turan (15), Ahmet Îmre (12).
Û wê rojê navê Ceylan Onkol jî li vê lîstê hat zêdekirin. Ceylan Onkol 12 salî bû. Zarok bû. Şivantî dikir. Xwendekar bû. Xeyalê wê hebûn û ev xeyalên wê ew roj kûştin.
EW ROJ
Li Kurdistan şer hebû. Lê şerê ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihat meşandin de tu pîvan û ehlaq tunebû. Di hedefê wan de ne bi tenê çekdar an jî şervan, di heman demê de sîvîl jî wek hedef bûn. Û roj hat êdî zarokan jî wek parçeyek vî şerî dîtin. Û erîş kirin.. Erişî zarokên kurdan kirin.
Di 28’ê Îlona 2009’an de Zarokek bi navê Ceylan Onkul jî bûbû hedefa van erîşan. Dîsa li Kurdistan, gelek kes, di encama teqemeniyên şer yên wek mayin û guleyên topan ku ji aliyê hêzên dewletê ve li ser axa Kurdistan hatinin bicîh kirin, jiyana xwe ji dest dan, an jî seqet man.
Ew roj di encama avêtina guleya hawanê ya ji hêla Qereqola Tapantepeyê ve li Mezraya Xambaşa Gundê Şenlîka Liceya Amedê keçika 13 salî Ceylan Onkol jiyana xwe ji dest dabû. Ceylan Onkol ew roj 200 metre nezikî mala xwe şivantî dikir.Berî ji mal derkebe ji dayika xwe maqerne dixwaze. Lê dayika wê ya ji wêre xarin amade dikir bi xeberek bi cesedê Ceylanê yê parçekirîre rû bi rû dima.
Ew roj Ceylan nehatibû dibistanê. Ew roj hevalên wê bê Ceylan çûn dibistanê. Ew roj zarokan bê Ceylan leyizkên xwe listin… Û ew roj bê Ceylan vegeriyan mal. Bi bedena Ceylan a ku hatî parçekirin,dema ku ji aliyê gundiyan û malbatê ve hat dîtin, di heman demê de hovitiya dewleta tirk jî dihat dîtin.
Parçeyên bedena wê ya biçûk li her derî belav bûbûn.Birayê wê ev parçe bi dest xwe komkir û bi kincê xwe jî ser cesed girt ku dayik nebe şahidê vê hovitiyê..
HELWESTA DEWLETA TIRK
Leşkeran, destûr nedan ku cenazeyê Onkol ji bo otopsiyê bibin nexweşxaneyek. Dewlet ew roj cesaret nekir ku here cîhê bûyêrê. Ji keyayê gund xwestin ku alîkarî bike. Keya wiha behsa wê rojê dikir.
“..Ji me re gotin li qereqolê bisekinin ewê dozger were û hûnê herin.Piştre fermandarê qereqolê hat û got; muxtar herin, wêneyên her derî bikişînin, bigirin kamerayê û bînin vêderê. Min got ez xwediyê cenaze nikarim îkna bikim.Got ku dozger neyê ez jî tiştek ku bikim nîne. Me da rê em hatin.Heger ku dozger neyê esker ewê werin çi bikin.Dozger ku were ewê esker jî werin...”
Dozgeriya Licê bi hinceta, 'Ewlehî tune ye' neçû cihê bûyerê. Bi vê yekê dihat xwestin ku bûyer bê veşartin. Dixwestin ku delîl werin windakirin û otopsiyek li gor xwe çêbikin da ku dewlet derkeve paqijiyê.
Cihê Onkol lê hatibû qetilkirin nêzikî Qereqola Tapantepeyê bû. Ev cih dûrî gund jî nebû. Ceylan 200 metre dûrî mala xwe bû.
Li gorî îfadeyê şahidan, qereqola Tapantemeyê bi zanîn ev êrîş pêk anîbû. Wek ku nîşan were girtin gule di bedena wê de teqiyabû. Dest lingê wê saxlem mabûn.Li wê derê çal tunebû û bi vê yekê îhtimala teqîna ‘Mayin’ jî ji holê radibû.
Birayê Ceylan Rifat jî dibêje hemû delîl dide xuyakirin ku bi zanebûn ev kûştin pêk hatiye.
“...Ev bi zanebûn pêkhatiye. Hûn dibînin ev wek çek dîtin û gule berî zarok dan. Eger wisa nebûya çima li vêder 200 ajal henin yek ji wan telef nebû. Lê binêrin dîrek îsabetî viya kiriye. Ev di dest xûşka min de dîtin û rasterast berî wê dan. Xûşka min wek gêrîlayek dîtin...”
Cesedê perçekirî 6 saetan li erdê ma. Malbat bi îmkanên xwe cenaze komkirin û rakirin. Berî ku cenaze veşêrin birin qereqolê. Li vê derê ji aliyê leşkeran ve girtînameyek hat girtin û piştre destûr dan ku cenaze were veşartin. Cenazeyê Onkol li gund hat definkirin.Di merasima cenazê de kurd li cenaze Ceylan Onkol, xwedî derketin.
PIŞTÎ CEYLAN
Piştî qetilkirina Ceylan Onkol dewlet ket nav hewldanan ku ser vê kûştinê binixumîne..Lê saziyên sivîl yên Civakî û kurd jî ketin nav hewldanan ku ev bûyêr were zelal kirin. Dozger piştî 3 rojan çûn cîhê bûyêrê û şahid guhdar kir. Dewletê îdia dikir ku Ceylan bi dasa destê xwe bi teqemeniyê topê lîstiye û teqandiye.Lê hemû delîlan ev yek pûç derdixist.Ew Das wek delîlek negirt û di dosyê de bicîh nekirin.
Piştî qetil kirina Ceylan Onkol,bûyêr di medya Tirkiyê dê jî cîhek dorfireh girt. Hiqûq dihat binpêkirin. Yek tel agir kirinibûn..Lê ev çek negirtin bin lêpirsînê..li ser van lêkolînek destpênekir..Dozger diviya ku lêpirsînek barîstîk bida destpêkirin, ka gelo ev çekên li vê qereqolê hatinin bikaranîn an na.Lê ev yek jî nebû..
Hewldanên parêzeran bê encam diman. Piştî ku hêviyên xwe ji hiqûqa tirkiyê birîn berê xwe dan DMME. Xwestin ku edaleta li Tirkiyê pêk nayê, belkî li dadgeha ewropa pêk were.Parêzer Rahşan Bataray Samansedemên DMME waha danî ziman:
“..Ji xwe em li benda encamê neman, ji xwe me dizanibû lêkolînek baş nayê kirin û me serî li DMME da. Ji bo ku DMME jî dizane di lêpirsînên waha de Tirkiye baş lêpirsîn nake û ji me biryarek naxwaze.Di dadgeriyê de pîvanek heye, dive hiqûqa hundirîn bi encam bibe.Lê di dozê waha de pêwisti bi hiqûqa hundirîn tuneye.Serdanê me qebûldike.. ji bo vê yekê me di vê dozê de jî, serî li DMME da.Ji bo lêkolînek berfireh nayê kirin,ji bo ku delîl nayên komkirin,li ser van yeka me serî li DMME da..”
Endustiriya Kîmya ya Makîneyê (MKE) piştî sê salan di Tîrmeha 2012an de rapora der barê kuştina Ceylan Onkol aşkerekir. Di rapora skandal de dihat gotin ku Ceylana 12 salî bi xwe teqemenî teqandiye. Di rapora ji aliyê Pispor ê Kargeha Teqemeniyan a MKE yê Îdrîs Aydogdu ve hatiye amadekirin, wiha dihat gotin;
“Parçeyên bi raporên krîmînal hatin lêkolînkirin, ji malzemeyên çelîk û alumînyum bûn. Di lêkonîna fizîkî de ji perçeyên çelîk çentîk û qanal hebûn û her yek ji parçeyên gelek biçûk pêk hat hate tesbîtkirin. Di çêkirina bombeya 40 mm de kumê balîstîk û binê wê ji amûra aluminyumê, nava jî ji parçeyên bandore zêde bikin pêk tê û bi amûrên pola hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê dibe ku teqîn ji ber muhîmata 400 mm pêk hatibe bawerî çêbuye."
Parêzerê doza Ceylan Onkul,Rahşan Bataray Saman di daxwiyaniyek xwe de li ser dozê wiha di axivî:
“...Di ser bûyêrê de sal derbas bûn, hîn jî kiryar nehatinin dîtin .Ji xwe di despêka dozê de gelek bêhiqûqî hebûn.Me ev yek bi rayagiştîre parvekiribû.Hêzên ewlekariyê dixwestin bi formalîteyan demê dirêjkin û doz bikeve dembuhiriyê.Di doza Ceylan de jî dema me ji dozger pirsdikir bersivên, me ev nivîs nivîsandiye, em li benda vê raporê ne digirt. Bi esasî ew nîvîs û lêpirsîn ji bo dîtina berpirsyaran nîne. Mînak eva 3 sale hên jî cûreyê wê teqemeniya ku bû sedemê kuştina Ceylan nehatî dîtin.Di vî warî de gelek rapor şandin Edla Tibî bi tenê ji bû cûreyê wî were zanîn.. ev 3 sale nivîs dişînin.Ji bo kiryar werin dîtin hewldanek esasî tuneye. Pirsgirêkek dinan jî, lêpirsîn ji aliyê dozgerve nayê kirin.. ji aliyê kesên berpisyarin yano ji aliyê hêzên ewlekariyê ev lêpirsîn tê şopandin. Mînak gelek dosyayên ku polîs gule berdaye em di şopînin henin, dozger ji van polîsanre nivîs dinivîse û dibêje, kiryaran bibîne anjî dibêje fotografên cihê bûyêrê ji minre bîne.Dozger jî dizane ku ewê lêpirsîn nekin û encamek negirin. Di doza Ceylan de jî, dozger dema xwest ku derheqê cîhê buyêr de rapor werin girtin, an jî delîl werin komkirin, ji jendermeyên ku di vê kûştinê de bi şikin, ev yek xwest. Mînak nivîsek şandiye qereqola wêder pirsiye kîjan muhumat di vê bûyêrê de hatî bikaranîn.Belkî jî ew kesê ku ev rapor jê xwestiye Ceylan kûştibe.Her çiqas em vê yekê nizanibin jî,lê em dizanin ku dozger ji qereqola ku gule berî Ceylanê dayiye van agahiyan dixwaze..”
XWEDÎ DERKETINA CEYLAN
Kurdan û dostên demokrat ji bo balê bikişînin ser doza qetilkirina Ceylan çalakî lidarxistin. Her sal li ser navê wê pêşengeha resma tê lidarxistin. Li ser navê wê pêşberg têne organîze kirin. Şaredariya kayapinar li ser navê wê Park çêkir. Medya kurdan jî di xebatên xwe yên ser zarokan de, wek sembolek cîh dane Ceylan Onkol.
Kurdan xewst ku kiryarên vê bûyêrê derkebin ortê..Hetanî îroj gelek bûyêrên bi vî rengî qewimîn.Her dem bûyêr bi aliyek ve kişandin û kiryar nehatin dîtin.Razagiştî dixwest ku di demek kurd te ev bûyêr ji aliyê kê ve pêkhatiye derkebe holê.
Berpirsyarên van kûştinan,qatîlên van zarokan eger li vî welatî hîsap nedin,cezayê ku heq kirine negirin,pêkanîna aştiya civakî ne mumkine. Kujer nebitenê kesên ku tetîk kişandinin..Yên ku bûnin asteng ku ji van kesan hesab bêpirsîn jî kujerin.