Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di sala nû ya meclîsê de axivî û xwest parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bê berdan û meclîs ji vê şermê rizgar bibe.
Îro dema 2'emîn a Serdema 27’an a avakirina Qanûnan a Meclisê vebû. Di serdema nû de Seroka Wekîla Koma Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Der barê serdema nû de nirxandin kir. Kurtulan, diyar kir ku wekî HDP'ê ji roja hatine avakirin heta niha rastî zextên gelek zêde hatin û wiha got: "Ev zextên li ser partiya me didomin. Me serdema 26’emîn a meclîsê li pey xwe hişt. Di vê serdemê de Hevserokên partiya me û parlamenterên me hatin girtin. Wekîltiya wan hatin xistin. Niha hêj wekîla HDP'ê ya Colemêrgê girtî ye. Girtina parlamenterên me yên girtî li dijî Qanûna Bingehîn e. Em dixwazin wekîla me ya Colemerê Leyla Guven serbest bê berdan. Em dixwazin meclîs xwe ji vê şermê rizgar bike. Di rewşa welatê me yê bi vî rengî de sekn û têkoşina partiya me ya demokrasiyê gelek bi wate ye. Em meclisê ne dikin navenda têkoşîna xwe û ne jî tune dihesibînin. Partiya me tevî hemû zextan girîngî daye hilbijartina 24'ê Hezîranê. Hemû hêzên Tirkiye yên muxalif xistin bin baneyê xwe û li meclisê koma xwe ava kir. Rewşa Meclîsê ya niha rewşa Tirkiye ya biçûk e. Niha partiya me deng û rengê hemû pêkhateyên Tirkiye ye.
AKP'Ê TIRKIYE XISTIYE NAVA KRÎZA ROJHILATA NAVÎN
Kurtulan, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku AKP Tirkiye xistiyie nava kriza Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: "Bi DAİŞ'ê re ketin nava hevkariyê. Polîtikaya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re li dijî pergala Kurdan bû. AKP bi vê polîtîkayê welat xist nava celb û krîza Rojhilata Navîn. Em hevdîtinên bi Almanya re dibînin. Kriterên Kobenhang binpê kirine. Kurdan bazar dikin. Serokomar Erdogan li aliyekî li Almanya Bîrdariyê ziyaret dike, li aliyê din destûr nadin ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Ev pir li dijî hev in. Dayik bi salan in li hestiyên zarokên xwe digerin. Lê destûr nadin ku dayik daxwazên xwe bînin ziman. AKP-MHP bi hevkariya hev dengê Dayikên Şemiyê qut dike. Li erdêkaşkirina dayikên şemiyê ya bi destê AKP-MHP'ê nayê qebûlkirin. Dayikên ku hêj negihiştine hestiyên zarokên xwe yên li Sûr û Cizirê hene. Dema em vê yekê bidin ber çavan ziyareta Erdogan a Bîrdraiya li Berlinê dirûtî ye."
‘BI TIFAQ Û NAMZETÊN RAST..’
Kurtulan derbarê stratejiya partiya wan a li ser hilbijartinên şaredariyê jî got, ‘’ ’Em ê hemû şaredariyên xwe ku qeyûm anîn ser û şaredariyên ku bi rayekî kêm me ji dest dan, bi perspektîfa serkeftinê bistînin’’. Kurtulan got, ‘’Me gotibû em ê bi tifaq û namzetên rast xwe hazir bikin. Me di gelek civînan de got û em gihaştin vê encamê: Gelê me yê yê herêmî, rêxistinên me, rêxistinên jinan, rêxistinên demokrasiyê, hevalbendên me yên sirûştî û hevkarên me ne. Bi nîqaşên bi wan re, bi namzetên rast em ê bikevin hilbijartinê.’’