Kurkçu: Yên Kaderê qetil kirin hevkarên DAIŞ’ê ne
Kurkçu: Yên Kaderê qetil kirin hevkarên DAIŞ’ê ne
Kurkçu: Yên Kaderê qetil kirin hevkarên DAIŞ’ê ne
Meclisa Jinan a HDK'ê ya Mêrsînê, ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin û protestokirina qetilkirina wê, li Parka Ozgur Çocuklar daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Dê ji AKP'ê jin hesab bipirpsin, Kader Ortakaya nemir e" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Hevşaredarê Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu û rêveberên navend û navçeyê yên HDP'ê û DBP'ê jî amede bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama TOP'ê Sevcan Soylemez ve hat dayîn. Soylemez da zanîn ku ji di roja 53'an de ji bo balê bikişînin ser wehşeta çeteyên DAIŞ'ê yên Kobanê hunermend duh li ser sînorê Pirsûs-Kobanê çalakiya zincîra mirovan pêk anîn û wiha got: "Wek her gav leşker û polîsên dewletê ji bo çalakiya demokratîk asteng bikin êrîş pêk anîn. Kujerê Kader Ortakaya, AKP'ya ku li Tirkiyeyê bûye DAIŞ e. Em vê qetilkirinê bi awayekî tund şermezar dikin.
Piştî Soylemez Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu axivî. Kurkçu da zanîn ku ew li gel şoreşa jinan a li Rojava ye û wiha got: "Ji gelek deverên Tirkiyeyê ji bo rûmeta xwe biparêzin diçin Kobanê. Hevala Kader jî yek ji wan bû. Ên ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bersiva van çûyînan bi gulereşandinê dibersivînin. Ên ku Kader qetil kirine hevkarên DAIŞ'ê ne."