Kurkçu: Roboskî tê bincilkirin ji ber ku kiryar paye bilindin!

Kurkçu: Roboskî tê bincilkirin ji ber ku kiryar paye bilindin!

Parlementerê BDP’ê Ertugrul Kurkçu da diyarkirin ku, nêzî salekê ye AKP’ê xebatên derbarê ronîkirina komkujiya Roboskiyê astengkirine û her wiha aşkera kir ku, ew difikire ku komkujî bi ferman û agahiya Serokwezîrtî û Serfermandartiyê hatiye kirin.

Li Roboskiyê balefirên şer yên artêşa Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de Kurd bombebaran kirin û 34 gundiyên Kurd qetil kiribûn. Hema bêje komkujî giha salekê. Lê belê heya niha dewletê berpirs û kiryar hêjan nekarîne tespît bikin. Ji ber vê sedemê derbazî asta darezandinê nebû. Kurd û derdorên demokrat jî dewletê berpirs û kiryar dibînin.

Bi ‘biryara nepeniyê’ jî asteng dikin ku civak derbarê pêvajoya hiqûqî de agahiyan bigire. Hewil didin bi tazmînatê malbatan ji vê dozê paş ve bibin. Malbat jî pereyên ku ji aliyê dewletê ve li hesabên wan yên bankê razandine bikar naynin.

Me bi Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê û endamê Komîsyona Jêr ya Qilabanê ku di binya Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ya Meclîsê de Ertugrul Kurkçu re pêvajoya komkujiya Roboskiyê axivî…

LEŞKER, WEZARET Û DOZGERIYÊ ASTENG KIR: KOMÎSYONÊ NEKARÎ ASTENGIYAN DERBAZ BIKE

Kurkçu ji ANF’ê re axivî û pêvajoya qasî salekê weke “demekî vale derbaz bû” girte dest û komîsyona Meclîsê rexne kir: “…Ez dibêjim vale derbazbû, ji ber ku tiştek nehat kirin. Ez di aliyê Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ya Meclîsê dibêjim…Tenê agahiyên meqamên fermî dayî bes dît. Ev meqamane Serfermandarî, Wezareta Navxweyî û Dozgeriya Dadgeha Cezayê Giran ya Reyaya Taybet ya Amedê ye. Ji dervey agahiyên vane yên ji rêzê dayî pêngavek din nehat avêtin. Lêkolîn nehat kirin, hewil nedan astengiyan derbaz bikin.”

Kurkçu balkişand ku, Serfermandartiyê û Wezareta Navxweyî ji bo komkujî ron bibe agahiyek ji komîsyonê re neşandin: “ Çawa ku ji bo bûyer ron bibe agahiyek neşandin, agahiyên heyî jî veşartin. Agahiyên tu eleqeya xwe bibûyerê neyî şandin, lê belê agahiyên têkildarî cewherê bûyerê qet neşandin. Ji Serfermandartiyê têkildarî merca biryarê ji tiştek nehat. Wezareta Navxweyî jî heman bû, Wezaretê jî agahiyên pêwîst neşandin. Bi yekîneyên leşkerî yên herêmî re lêpirsîn hate birêve birin û ev lêpirsîn weke rapora nepenî ku weke yekîneyên cûda ji komîsyonê re jî şandin. Dema ku mirov temaşeyî van agahiyan dike, bitaybet têkildarî komkujiya Roboskiyê mirov nikare agahiyekê jê bigire. Mirov encamê nabîne. Di rapora Wezaretê de tenê tişta ku me eleqeder dike, yanî tenê tişta girêdayî komkujiyê; yekîneyên leşkerî hewildana rizgarkirinê nekirine, ji qişlayên xwe derneketine.”

Kurkçu aşkera kir ku, dosyayên ku ji Dozgeriyê û Serfermandariyê hatine de wiha got; “ Agahiyên bingehîn tê de nebûn. Tenê berfirehiya rapora ku dabûn Komîsyonê bûn. Bi vî awayî, dîsan me agahiyên ku ev bûyer çawa derket holê bidest nexistin.”

Li rexmî meqamên dewletê hewil didin komkujiyê veşêrin jî dê hevdîtinên bi gundiyan re sûdê bide xwegihandina rastiyan, Kurkçu got agahiyên herî sûdmend me ji gundiyan girtin: “Piştî me weke Komîsyona Mafê Mirovan ya Meclisê serdana hûrkolînê ya Roboskiyê kir, em weke Kongreya Demokratîk ya Gelan jî hating und. Şahidiya wan ji bo me bû çavkaniya agahiyê ya herî girîng. Me karî guhdarî rastiyan bikin.”

‘BI DESTÊ LEŞKER Û AKP’Ê TEVGERA DERVEY SÎNOR…”

Ertugrul Kurkçu bi qeneta xwe ya şexsî ‘Komkujiya Roboskiyê weke tevgera dervey sînor’ dibîne û da diyarkirin ku hikumet û leşkertiyê hevkarî kiriye: “Ez difikirin ku komkujiya li Roboskiyê di rastiya xwe de tevgerekî dervey sînore. Tevgera dervey sînor bi rayeya ku hikumetê di meclîsê de daye leşkeriyê pêkhatiye. Weke merca biryarê pêwîste Serfermandar were nîşandan. Dayîna vê biryarê bihevkariya otorîteya siyasî û leşkerî pêkhatiye. Ji ber ku wê demê destpêkirina operasyonên dervey sînor û xilas kirin dewrî Serfermandariyê nekiribûn. Teqez gihane biryarekî hevbeş. Ji xwe piştî komkujiyê mirov bi zelalî dikare ji helwestên Erdogan yên li hemberî rexneyan û sipasîkirina Serfermandariyê derxîne holê.

‘BINCILKIRINA WAN, WAN DIXE DEST’

Kurkçu wiha berdewam kir: “Kiryarên komkujiyê diyarin. Operasyona Hikumet û Serfermandariyê ye. Pêwîste di aliyê siyasî de hikumet û di aliyê leşkerî de jî Serfermandar hesabê bidin. Niha destê wan di aliyê hesab nedayînê de bihêze, lê belê em dê pêve mijol bibin jib o ev derbikevin holê. Weke din ger pêvajoya darazê jî kar neke, ev dê bibe hewildanekî ya bincil kirinê. Dê aşkera bike ku kiryarên hewildanên bincil kirinê paye bilindin.”

Kurkçu destnîşan kir ku, kiryarên komkujiyê tên zanîn lê belê hewil didn veşêrin û aşkera kir ku, rolê veşartinê jî endamên AKP’yî yên di Komîsyona Jêr ya Qilabanê girtine ser xwe: “Di rastiyê de di pêvajoya salekê de, tişta ku pêwîst bû di destpêkê de hatiba kirine, nehat kirin. Ji ber ku tê zanîn bûyer çawa û çawa çêbûye. Vê agahiyê nadin me. Li ser van meqaman tu tetkîk nehatin kirin. Çima? Ji ber ku piraniya komîsyona me endamên AKP’eyî ne! daxwazên me yên di vî alî de hem li Komîsyona Mafê Mirovan ya Meclîsê û hem jî komîsyona jêr hatin derbazkirin û tişta pêwîst nehat pêşwazî kirin. Ji serê biharê tişta ku me pêşniyar dikir ev bû: Agahiyên ku me ji Serfermandarî û Serokwezîrtiyê negirtî ji dervey sînor bixwazîn; yanî ji Kurdistana Iraq û DYA’yê. Lê belê ev daxwaza me hate redkirin. Gotin ‘Nabe agahiyên ku dewleta me nade me ji dewletek din bixwazîn’. Di rastî de pêwîst bû her delîlê ku hatiba destê me, pêwîst bû me nirxandiba.”

‘GUNDÎ BI ESIL NÊZBÛN’

Kurkçu destnîşan kir ku, gundiyê Roboskiyê ‘helwestekî bi esil’ nîşan kirin; faktorê ku pêvajoyê dixe aleyhê dewletê jî ev: “Pereyê xwînê yê girêdayî zarokên wan, para bêdeng be qebûl nekirin. Heya ku kujer dernekevin holê wergirtina tezmînatê redkirin. Rastî zextên giran jî hatin. Piştî komkujiyê di protestoyan de hatin girtin û şandin girtîgehan. Zarokên xwe windakirin û ji ber ku li hemberî vê bêdeng neman, kêmhatin dîtin. Kujerên zarokên xwe dizanin, lê nizanin!

Kurkçu aşkera kir ku, di komisyonê de tenê yek dengê wan heye û ji ber vê çendê nemumkune ku mekanîzmaya li hemberî wan ji cihê wê biliqîne. Kurkçu got, di nivîsandina raporê de ew dê guhdarî wijdan û mejiyê xwe bikin û wisa tevbigerin.