Kurkçu: Gelê Kurd gav bi gav ber bi serketinê ve dimeşe

Kurkçu: Gelê Kurd gav bi gav ber bi serketinê ve dimeşe

 

Bi munasebeta Yekemîn Salvegera nobeta azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransa li ber Konseya Ewropayê mîtîngek hat lidarxistin û di mîtîngê de Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu got, “Gelê Kurd gav avêt û gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe.”

Di yekemîn salvegera çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên siyasî ya li ber Konseya Ewropayê tê berdewamkirin xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin.

Ertugrul Kurkçu di mîtîngê de destnîşankir ku ked vala naçe û wiha berdewam kir: “Kesên ev 30 sal in ji bo têkoşînê ked didin di dawiyê de encamek wergirtin. Em niha derbasî destpêka pêvajoya aştiyê dibin.”

Kurkçu ev xal jî li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo pêvajoyeke ku statuya gelê Kurdistan û gelê Tirk jî di nav demokrasiyê de bijî dike hedefa xwe da destpêkirin em Birêz Ocalan spas dikin. Her bijî her bijî.”

Kurkçu axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêwîst e  jin, mêr û zarok bi temamî em li pey daxwazên xwe bin. Serwer tu carî dest ji serweriya xwe bernadin. Gelê Kurd gav avêt û gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Ji bo wê divê têkoşîn berdewam bike. Heta Birêz Ocalan azad nebe wê têkoşîna me berdewam bike.”