Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu li Îzmîrê serdana malbatên endamên partiya xwe yên hatine binçavkirin kir û li avahiya partiyê ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist.
'TENÊ CUDAHIYEK HEYE, EW JÎ ODEYÊN GAZÊ YE'
Kurkçu got, "Li Tirkiyeyê her roj qirkirineke mezin a siyasî tê kirin. Bi zanebûn vê gotinê dibêjim" û wiha dewam kir, "Bûyerên ku her roj li pêş çavên me diqewimin, qirkirineke siyasî ye. Tenê cudahiyek xwe ji kiryarên nazî heye. Ew jî; nebûna odeyên gazê ye. Odeyên gazê ji nav derxînin, wekî din çi hatibe kirin niha li Tirkiyeyê ew tê kirin. Nifûsa Îzmîrê 4.5 milyon e. Li vê derê 3 hezar kes bi rengekî ne hiqûqî hatine binçavkirin. Eger rewş bi vî rengî be, wê çaxê pirsgirêkek heye."
'GIRTÎGEH WÊ LI DIJÎ KINCÊN JI YEKRENGÎ LI BER XWE BIDIN'
Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryarnameya dawî ya ku lixwekirina kincê ji yekrengî li ser girtiyan ferz dike û got, "Li dijî kincên ji yekrengî li girtîgehan amadekariya berxwedanê heye. Hê derfet di destê hikumetê de hene. Dikare dest ji vê biryarê berde. Naxwe wê li girtîgehan berxwedan dest pê bike."