‘Kurê min întîxar nekir, hat kuştin’
‘Kurê min întîxar nekir, hat kuştin’
‘Kurê min întîxar nekir, hat kuştin’
Cane Bahar di 2009’an de li leşkeriyê bi awayekî guman ‘întîxar’ kiribû. Bavê Bahar, Ramazan Bahar der barê bûyerê de doz vekir û diyar kir ku dadgehên leşkerî, dozgeriya leşkerî dixwazin bûyerê veşêrin û bi awayekî sîstematîk dimeşînin. Bahar got ew edeletê dixwazin û xwest doz li dadgeheke sivîl bê dîtin.
Li Fermandariya Cendermeyan a navçeya Bozkurt a Kastamonuyê di 4’ê Sbiata 2009’an de leşkerê bi navê Caner Bahar ji serê xwe bi guleya çekê mirî hatibû dîtin. Danişîn doza mirina w îli Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Giştî tê dîtin. Îro beriya danişînê bavê Bahar, Ramazan Bahar û serokê MAZLUM-DERÊ civîna çapemeniyê pêk anîn. Ramazan Bahar got kurê wî ji aliyê fermandarê qerekolê ve hatiye kuştin û got bi awayekî sîstematîk jî serê vê tê veşartin.
Bahar îdia kir ku di encama lêkolînê de derketiye holê ku fermandarê qerekolên bikarê gihandina tiryakê ve eleqeder dibe û got: “Kurê min bûyerên ne baş dît. Ji berk u li dijî fermandar derket ew kuştin. Fermandar kur êmin dibe odeya xwe û tehdît dike. Çekê berbi wî dike. Ev cînayete. Ne întîxare. Delîlên dosyayê jî vê nîşan dide. Lê mixabin hemû kes vê vedişêre.
Bahar ligel hemû serlêdanên wan hemû delîl hatine reşkirin û serlêdanên wan hatine redkirin. Bahar got ew dixwazin doz li dadgeheke sivîl bê dîtin.
Nûnerên MAZLUMDER’ê û redkarê wijdanî Mehmet Gursu jî diyar kir ku her sal nêzî 70-75 leşker bi awayekî guman tên kuştin û got: “Heta ku leşkeriya bi zorê ji holê ranebe dê kuştinên leşkeran bidome.”
Serokê MAZLUMDER a Enqereyê Mehmet Can Çaglayan jî diyar kir ku divê mirina biguman a Bahar bê ronîkirin