Kurdolog a Rûs Olga Jîgalîna jiyana xwe ji dest da

Kurdolog a Rûs Olga Jîgalîna jiyana xwe ji dest da

Seroka Beşa Kurdên li Îranê ya Kurdolojiyê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Prof. Dr. Olga Îvanonovna Jîgalîna (67) ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Seroka Beşa Kurdên li Îranê ya Kurdolojiyê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Prof. Dr. Olga Îvanonovna Jîgalîna (67) duh serê sibê li ofîsa xwe ya kar krîza dil derbas kir û jiyaan xwe ji dest da.

Jîgalîna ya di sala 1946'an de li bajarê Krasnovosk ê Rûsyayê ji dayik bû, bi lêkolîn û pirtûkên xwe yên dîrokî yên li ser Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dihat nasîn.