Kurdistaniyên Yarsovê dijîn komploya 15 Sibatê nelet kirin

Kurdistaniyên Yarsovê dijîn komploya 15 Sibatê nelet kirin

Bi boneya protestokirin û şermezarkirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê Kurdistaniyên li navçeya Yarsov ya girêdayî bajarê Seratove ya Rûsyayê dijîn li Otonomiya Mala Kurda hatin cem hev.

Kurdistaniyên li Rûsya yê li navçeya  Seratovê Yarsovê dijîn bi boneya 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bo Tirkiye protesto û şermezar bikin li Otonomiya Mala Kurda hatin cem hev. Ji Kurdistaniyê başdarî civînê bûyî re rêvebirê Otonomiya Mala Kurda Barî Osmanov axaftinek kir. Osmanov di axaftina xwe de da eşkerekirin ku serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji Kurda re azadiye bîne.

Osmanov wiha axifî: “Kurd ji her roj zêdetir nêzî azadiyê ne. Ev jî bi saya birêz Abdullah Ocalane. Hêviya hemû Kurdan azadiya dê ji Kurdan re azadiyê Ocalan bîne. Em jî wek Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn dilsoziya me bi Ocalan re ye. Ji ber vê yekê em di vê roja reş de komploya navnetewî ya 15 sibatê şermezar û nalet dikin. Em ji vir bangî hemû ew dewletên di nav komplo de cihê xwe girtine dikin û dibêjin dîrok vê îxaneta we ya bi Kurdan re ji bîr nake.”

Di dawiya axaftina xwe de Osmanov bangî Kurdistaniyê derveyî welat dijîn kir û got: “Belê em ji axa xwe dûr hatin xistin. Lê ev nayê wateya ku em ji welatê xwe û ji axa xwe hez nakin. Welat xeyala her Kurdekîi ji derve dijî de ye. Ji ber vê yekê pêwîste hemû Kurdên me yê derveyî  welat dijîn vê îxaneta dewletê serdest ji bîr nekin û xwedî li serokatiya xwe derkeve. Pêwîste em ve roje ji wan re jî bikin roja reş.”

Di dawiya axaftina Osmanov de kesên ku beşdarî civînê bûne jî li ser wateya rojê hest û nerînên xwe anîn ser ziman. Piştî axaftinan civîn bi siloganê “Bijî Serok APO” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” qîriyan.