Kurdistaniyên li Tambovê komploya 15 Sibatê şermezar kirin
Kurdistaniyên li Tambovê komploya 15 Sibatê şermezar kirin
Kurdistaniyên li Tambovê komploya 15 Sibatê şermezar kirin
Bi mubesta protestokirin û şermezarkirina komploya 15 Sibatê Kurdistaniyên li bajarê Tambovê ya Rûsyayê dijîn li navenda çand û hûnerê ya a Kurda hatin gel hev.
Kurdistaniyên li Federasyona Rsya yêlibajarêTambovêdijînjibosalvegraradestkirinaSerokêgelêKurd Abdullah Ocalan ya Tirkiye protesto û şermezar bikin li Navenda Çand û Hûner ya Kurda hatin cem hev. Ji Kurdistaniyên beşdarî civînê bûyî re Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan axaftinek kir. Şemoyan di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedaniya li girava Îmraliyê û got ku ev 14 Sali in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên zehmet de tê ragirtin û li hemberî vê yekê berxwedaneke xurt nîşan dide.
Cemal wiha axifî: “Em 14 sale li girava Îmralî di bin şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyek pir mezin tê dayîn. Îro em hemû Kurd bi saya wê berxwedniyê li ser lingan e. Pêwîste hemû Kurd xwedî li wê berxwedanê derkevin. Ji bo vê yekê jî salvegera komploya navnetewî ya li ser Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi planekî pir berfireh hat meşandin em şermezar dikin. Em wek gelê Kurd vê rojê ji xwe re heram dibinin.”
Di dawiya axaftina Cemal de kesên ku beşdarî civînê bûne siloganê “Bijî Ocalan” û “Bi can Bi xwîn Em Bi te re ne Ey Serok” qîriyan.