Kurdistaniyên li Swêdê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
Ji bo rakirina tecrîdê û serbestiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Swêdê tevlî dostên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ji bo rakirina tecrîdê û serbestiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Swêdê tevlî dostên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin.
Bi vê armancê li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li paytext Stockholmê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li ser tecrîdkirina Ocalan û êrîşên dewleta Tirk hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku zêdeyî 2 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên girtin û hate gotin, Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê ji 8'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê de ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Kurdên li Ewropayê, tecrîd û êşkenceya li Ocalan tê ferzkirin qebûl nakin" û hate gotin, heta rakirina tecrîdê û serbestiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakger piştre hatin Dêra St. Clara ya li navenda bajêr. Kurdistaniyan daxwazên xwe ji papaz û rayedarên dêrê re ragihandin û heta saet 18'an greva xwe ya birçîbûnê li dêrê dewam kirin.
Papazê dêrê û civata lê, ji bo gelê Kur dua kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Swêdê bang li gelê Kurdistanê, heval û hogiran kir ku li ber tecrîdkirina Ocalan rabin û destekê bidin greva birçîbûnê.