Kurdistaniyên li Odessayê komploya navnetewî şermezar kirin

Kurdistaniyên li Odessayê komploya navnetewî şermezar kirin

Kurdistaniyên li Odessa jiyan dikin bi boneye şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Komaleya Navenda Ciwana hatin cem hev. Oleksî Dîmîtrovî jî got; “PKK û gelê Kurd gihaye wê astê komplo vale derxistiye.” Her wih Dîmîtrovî aşkera kir ku, “Yê serbikeve dê gelê Kurd û Ocalan bin yê bin jî bikevin dê komploger bin.”

Bi boneya şermezarkirin û protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê Kurdên li Ukrayna bajarê Odessa jiyan dikin 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiye yê bi civînek gel protesto kirin. Civîna ku li Komaleya Navenda Ciwana ji bajarê din yê Ukranyayê gelek xwendavanê Kurd  beşdariya xwe jê re çêkir. Li gel Kurdistaniya her wiha ji şaxê ciwanan Barba yê Partiya Kominîst ya Ukraynayê  jî xwendavan tevlî civînê bûn. Di heman demê de parlementê herêmî yê Odessa Oleksî Dîmîtrovî jî beşdarî civînê bû. 

Di civînê de li ser navê ciwanên axaftin hatin kirin, di axaftinan de hat diyarkirin ku, komploya 15’ê Sibatê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vala hatiye derxistin. Her wiha di axaftinê de hate destnîşankirin ku, îro bi milyonan ciwan di riya Ocalan de dimeşe û li her di her qadê de ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.

‘YÊ BI SERBIKEVE GELÊ KURD Û OCALANE’

Di civînê de parlementê herêmî yê bajarê Odessa Oleksî Dîmîtrovî jî li ser girîngiya rojê axaftinek kir. Dîmîtrovî di axaftina xwe de bal kişand ser mezinbûyina PKK û gelê Kurd û got: “Asta PKK û gelê Kurd gihiştiye astek bilind û komploya navnetewî vala derxistiye. Ji ber ku tevgera azadiya gelê Kurd her roj mezin dibe û pêş dikeve. Ev jî pir zelal dide diyar kirin ku, yê biser dikeve gelê Kurd û Abdullah Ocalan e, yê bindikeve jî hêzên komplovanin.”

Dîmîtrovî di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku wê her dem li cem gelê Kurd bin û got: “em wek gelê Ukraynî emê her demê li cem gelê Kurd bin. Ji ber ku êşê wan kişandiye em dixwazin parvekin.”

Piştî axaftina civîn bi siloganê “Bijî Serok APO” bi dawî bû.