Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo Ocalan diherikin kolanan

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, ji sibe û pê ve wê bi daxwaza pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re, dakevin kolanan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, ji sibe û pê ve wê bi daxwaza pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re, dakevin kolanan.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) ve tên organîzekirin û banga tevlîbûnê li her kesî hat kirin.

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:

Berlîn: Wê roja Şemiyê li Hermanplatzê saet di 17:00 de meş û mîtîngek bê lidarxistin.

Hambûrg: Roja Şemiyê saet di 14:00 de li Hachmannsplatzê meş destpê bike û heta Haûptbahnhofê dewam bike.

Stûttgart: Roja Şemiyê wê li Schlossplatzê saet di 17:00 de meş û mîtîngek were lidarxistin.

Hîldesheîm: Her rojên Înê wê li ber Jakûbî Kîrche saet di navbera 14:00-19:00 de kon bê vedan.

Offenbach: Roja Şemiyê saet di navbera 15:00-17:00 de li Alîce Platzê kon were vedan.

Hannover: Roja Şemiyê saet di 16:00 de li pêşiya Haûptbahnhofê mîtîngek bê organîzekirin.

Saarbrucken: Roja Şemiyê saet di 17:30 de bi beşdariya Kurdistaniyên li Maînz û Mannheîmê wê li ber Eûropa Galerîe meş û mîtîng pêk were.

Nurnberg: Roja Şemiyê saet di 17:00 de wê li ber Lorenz Kîrche bib eşdariya ji Ûlm û Munchenê meşeke girseyî were lidarxistin.

Dortmûnd: Roja Şemiyê saet di 15:00 de, wê KOMAW li pişt Haûptbahnhofê (Pêşiya Cine Star) meş û mîtîngê lidar bixe. Kurdistaniyên ji bajarên Dortmûnd, Hagen, Meschede, Bîelefeld, Essen, Dûîsbûrg, Bochold, Kleve, Reîne, Osnabruck, Munster, Granaû û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wê tevlî bibin.

Sîegen: Roja Sêşemê saet di 18:00 de li Sîegerlandhalleyê wê meş û mîtîngek bê lidarxistin.

Mannheîm: Roja Çarşemê saet di 14:00 de wê meşek ji Wassertûrmê destpê bike û piştre mîtîng were lidarxistin. Jİ Maînz û Saarbruckenê jî wê tevlîbûn çêbibe.

Freîbûrg: Ji Sêşemê û pê ve wê konê agahdarkirinê ji bo 5 rojan li Kartoffelplatzê, Kaîser Joseph Str. û Rathaûsplatzê bê vedan. Ev çalakî wê saet di navbera 12:00-19:00 de were lidarxistin.

Wîesbaden: Ji roja Duşemê û pê ve wê ji bo hefteyekê kon were vedan."