BI DÎMEN

Kurdistaniyên Danîmarkayê jî ji bo Ocalan dimeşin

Li Danîmarkayê meşa ji bo azadiya Ocalan îro destpê kir

Bi pêşengtiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê, Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî organîzekirin, îro li bajarê Karlsûnde destpê kir. Meşa ku wê heta cihê Radhûspladsena ku li navenda bajarê Kopenhagê ye, wê 2 rojan bidome.

Bi sedan Kurdistaniyên ku li gara trenê a Karlslûnde li hev civiyan, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, têkildarî armanca meşê, ji aliyê Hevserokatiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê ve daxuyaniyek hat dayîn.

‘EM Ê QÊRÎNA AZADIYÊ BERZ BIKIN’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha hate gotin: ‘’Di salvegera 18. a Komploya Navdewletî de, di kesayeta Rêber Apo de em ê qêrîna azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd li Danîmarkayê berz bikin û heta azadiya Rêber Apo em ê her roj li qadan bin’’

Di meşê de tim bi Danî û Tirkî dirûşmên ‘’Bijî Ocalan, ‘’Ji Ocalan re azadî”, “Ji Kurdistanê re aştî’’, ‘’Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye’’ hatin berzkirin.

Meşvan wê 11’ê Sibatê li Kopenhagê bi mîtîngekê dawî li meşa xwe biqedînin.