Kurdistaniyan li Komara Adigey komploya 15 Sibatê protesto kirin

Kurdistaniyan li Komara Adigey komploya 15 Sibatê protesto kirin

Kurdistaniyên li Komara Adigey jiyan dikin bi boneye şermezarkirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê li pêşiya Komela Çanda Kurdî a Agirî hatin cem hev. 

Bi boneya şermezarkirin û protestokirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê Kurdên li Rûsyayê komara Adigey jiyan dikin 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bo Tirkiye yê bi xwepêşandanekê protesto kirin. Ji Kurdistaniyê li pêşiya Komala Çanda Kurdî a Agiri kombûn re Serokê Komeleya Çanda Kurdî a Agirî Feyzo Huseyîn li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir. Huseyîn di axaftina xwe de da zanîn ku, komploya navnetewî di kesayeta Serok APO de li ser hemû Kurda hatiye çêkirin û got:

“Îro ji bo gelê Kurd rojek şînêye. Ji ber ku Kurd îro dîl hatine girtin. Komploya navnetewî di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser hemû Kurda komplo daye meşandin. Ji ber vê yekê pêwîste li her devera Kurd lê dijîn beramberî vê rojê bêdeng nemînin. Îro roj roja Kurd dengê xwe bilind bikin û bigihînin hemû cîhanê. Neyarê Kurda bila baş bizanîbin ku bi van rêbaza nikarin Kurda bixapînin. Kurd di pêşengiya rêber Apo de êdî xwedî îradeyek mezinin û ji xwe re riya rast ya wan bigihîne azadiyê dîtine. Ew rê jî riya Ocalan e.”

Kurdistaniyê beşdarî xwepêşandanê bibûn wêneyên Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn. Her wiha pankartên balê digişîne ser girîngiya rojê jî bilind kiribûn. Xwepêşandan bi sloganê “Bijî Serok Apo” û “Riya Te Riya Me Ye” bi dawî bû